Îroj

11’ê Adarê

11’ê AdarDi sala 1970’an û di rojekî wekê îroyê de Peymana Otonomiya Başûrê Kurdistanê di navbera Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî û Sedam Huseynê de hate îmzekirin.Kurdistana otonom di sala 1970’an de bi peymana di navbera Mele Mistefa Barzanî û desthilatdariya Bexdayê de hat damezrandin.

Li gor peymana otonomiyê wê sê bajarê bakurê Îraqê ku aqara wî qasê 37 000 km² bi sazkirina parlamentoya li Erbîlê bihata birêvebirin. Tevlî viya di civatê de wê 5 wezîr û sipartedarê, Kurd bibana. Kurdî di welat de tevlî Erebî wê bi gelemperî bibana zimanê fermî ya duyemîn. Lê ev pevajo bi taybetî bi alîkariya Cîgirê Serokwezirê Tirkiyê bi peymana Cezayîrê xira dibe. Jixwe li gor wan li hîvê jî Kurdistanek ava bibe li ser wan ferzul eyn e ku herin wî xira bikin.

Saddam Huseyn, peymanê radike û di sala 1974’an de wezîrên Kurd ji civatê derdixe. Li ser vî yekê Barzanî serî hildidin. Ji bo Kurdên başûr demên zortir destpê dikin. Li ser Kurdan dîsa kuştin, talan, zordarî zêdetir dibin.Li gorî peymana otonomiyê ya 11ê Adara 1970an mezinahiya herêmê bi 37.000 km² hat sînordar kirin, û li gorî peyamê eyaletên Hewlêr, Dihok î Silêmanî tê de bûn. Lê kurd bajarên Kerkuk û Mosulê bixwezin jî, daxwazên wan ji aliyê hikumeta merkeziya Iraqê ve (ji ber tirkmen û erebên ku di wan herêman de dijîn) hat redkirin.

Mezinahiya herêmê ya îro qasî 80.000 km² ye. Tê de nêzî 7 mîlyon kes dijîn û ji wan bi tenê 4 mîlyon kurd in. Di qanûna bingehîn a herêmê tê xwestin ku bajarên Xaneqîn, Mandalî (yên ku di eyaleta Diyala de ne), Badra (di eyaleta al-Wasît de) û eyaleta Kêrkûkê jî tevli hikumeta herêmê bibin. Ji ber vê yekê refarandûmek ji bo sala 2007’an hatibû amadekirin, lê heta ne ev referandûm ne hat bi cih kirin.

Back to top button