CivakRojev

%100 derçûyên îsal yên pola 12 derbasî zankoyan dibin

Wezareta xwandina bilind ya Kurdistanê ragehand, tevahiya derçûyên pola 12 ya amadehiyê (lîse) dê ji aliyê zanko û peymangehan ve bên wergirtin.

Serokê giştî yê dîwana wezareta xwandina bilind ya Kurdistanê, dr. Xetab Şêxanî di civîneka rojnamevanî de ragehand, hejmara şagir û qutabiyên ku ji aliyê zanko û peymangehan ve hatine wergirtin, gihîştiye 47 hezar û 746 kesan ku dike %90 derçûyan.

Dr. Xetab Şêxanî her wiha got, niha 6 hezar kursiyên me yên xwandinê vala mane û 4 hezar û 706 şagir jî mane hîn nehatine girtin. Yanê em dikarin tevahiya şagirdên ku mane jî li zanko û peymangehan bidin wergirtin, bi vî rengî îsal tevahiya derçûyên pola 12 tên wergirtin.

Çend roj bûn beşek ji şagirdên derçû yên pola 12 ji wernegirtina xwe ji aliyê zanko û peymangehan ve nîgeran bûn lê bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê û berpirsên pêwendîdar ev arîşe hat çareserkirin.

Ev yek di warê xwendina bilin de serkeftinek gelek mezin e.

Back to top button