Hevpeyvîn

Xewna serxwebûnê namire

Şêwirmendê Encumena Asayişa  Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel malpera Almonitor ya Amerîkî ragihand ku, ti carî xewna serxebûna Kurdistanê namire û got: Piroseya referandumê giring bû, daku hemû civaka navdewletî û bi taybetî jî Hikûmeta Iraqê hez û viyana gelê Kurdistanê ji bo serxebûnê bibînin.Herwiha Mesrûr Bazranî ragihand, ew gava Kurdan avêtî, ne tawan bû, ew tenê eşkerekirina daxwaza gelê me bû û rawestana civaka navdewletî li dijî wê xwestekê, berovajî hemû bingeh û pirensîpên Netewên Yekgirtî bû.Di berdewamiya axiftna xwe de, Mesrûr Barzanî eşkere kir, ku wan berî referandumê, bi gellek welatan re ew yek behs kirin û ti welatekî tev Iraqê jî, dijatiya xwe ji bo mafên çarenivîsî û serxwebûna Kurdistanê nedan xuyakirin û tenê têbîniyên wan li ser dema encamdana referandumê hebûn.Mesrûr Barzanî ku niha li Amerîka ye û li gel berpirsên pile bilind ên îdara Donald Trump civînan lidar dixe, derbarê sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê got: “Rawestandina geştên navdewletî li firîngehên Herêma Kurdistanê û sizayên Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, biryareke nedestûrî bû û nabe firîngeh têkelî pirsên siyasî bên kirin”.Mesrur Barzani got: “Niha gotûbêj ji bo vekirina firîngehan berdewam in û Kurdan piraniya mercên Bexdayê qebûl kirine, lê Bexda her û her bihaneyan derdixe û niha ti bihaneyek ji bo vekirina firîngehan nemaye û tenê girtina wan biryareke siyasî ye û ew jî bûye beşek ji piropagendeya hilbijartinan”.Herwiha Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Di çarçoveya Konferansa Asayişa Cîhanî li Munichen, em li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan, li wir Ebadî soza vekirina firîngehan da, lê berî niha jî sozên wiha dabû û sozên xwe bicî nekiribû, niha jî em li bendî ne gelo wê Ebadî sozên xwe bicî bike yan nake”.

Back to top button