Polîtîk

Tu pêvajoyek nû ya “çareseriyê“ di rojevê de tuneye

Piştî daxûyaniya rawêşkarê Erdogan Ilnur Çevik a di derbarê pêvajoya“çareseriyê“de kirî, di cih de berdevkê Serokkomar Erdogan Ibrahim Kalin daxûyaniyek da û got: Di rojeva birêz serokkomar de tu awayî ji nûve pêvajoya “çareseriyê “ tuneye.Îlnur Çevik gotibu ku, piştî hilbijartina ihtimala pêvajoyek nû ya “çareseriyê“ heye.Berdevkê serokkomar Ibrahim Kalin daxuyaniya xwe ya di vê derbarê de got: Di rojeva serokkomar de pirsa pêvajoya “çareseriyê “ tuneye. Serokkomar di dema  serokwezîrî û serokkomariya xwe de ji bo hemû hemwelatiyên Tirkiye wekhev bijîn tekoşîn daye. Ew siyaseta inkar kirin û asimîlasyonê di serokatiya serokkomar de ji holê rabûye.Kurd jî di nav de ji bo hemû hemwelatiyên me ji zilma PKKê xilas bibin tekoşîna em didin berdewam e.

Back to top button