Nivîsar

The Times :Li Tirkiye hilbijartin bi awayek adilane û azad çênabin

Rojnama Ingilîzî The Times di derbarê hilbijartinîn Tirkiye nirxandinek kir û da xûyakirin ku hilbijartin ne azad û ne adilanene.Beşek ji nivîsa The Times bi vî awayî ye:“ Dixweyê ku Erdogan piştî 15 sala wek serokwezîr û serokkomar mayî ser desthilatê, di van hilbijartinan de jî serdikeve.Erdogan li himber opozisyonê tunde û qet ne erêniye. Erdogan garanti kiriye ku ji derveyê wî kesek sernekeve. Hilbijartin piştî salekî dihatin kirin, lê Erdogan ji bo opozisyonê û aliyên dijberên xwe bêxe nava heriyê de û di rewşa avarte de hilbijartina pêkbîne û kesek nikaribe bi azadî propaganda xwe bike hilbijartin salekî pêşve anin û kirin 24ê Hezîrana 2018ê. Ev yek bi xwe wek demaneke ku hilbijartin bi awayek adilane û azad çênabin.““ Erdogan bi qanûnên derxistî gelek desthilatî daye serokkomariyê. Vê yekê û êrîşên Tirkiye yên Bakurê Suriye jî wek awantajekî ji bo xwe kar tîne.““Li Tirkiye rewşa aboriyê li ber rûxandinekiye. Erdogan xwest ji berî ev rûxandina darayî bi temamî pêkwerê hilbijartina pêkbîne. Ev yek jî ji bo wî dibe sedemek yê serkeftinê.““Demekî rewşa aboriya Tirkiye gelek baş bû , ev yek dibû wek minaka serkeftina Ak Partiyê.Niha ew rewş ber bi rûxandinê ve ye““Hukumet ji bo otorita xwe bi hêztir bike ber bi tundiyê ve çû vê yekê jî tirsek ji bo bazirgan û kompanyayên biyanî peyda kir. Ji ber vê jî ew xwe ji bazara Tirkiye dûr têxin.““ ji bo helwesta Tirkiye û pêwendiyên wan li gel welatên Yekitiya Ewropa jî ber bi xirabiyê ve diçin. Heta Tirkiye xwe neguherê deriyê YE jî têne girtin“

Back to top button