Nivîsar

Têkoşîna du koman di nava Partiya DEM’ê de

Dema sînyalên ji aliyê DEM Partiyê tên nirxandin, mirov dikare bibêje ku parçebûnek derdikeve holê. Li aliyekî Ocalan û li aliyê din jî Qendîl e. Têgihîştina Zana, Turk û Demirtaş li aliyekî, Hatimogullari û Temellî li aliyê din li hev tên. Qert têne eşkere kirin û şer eşkere dibe. Piştî 1’ê Nîsanê îhtîmala bayê dijwar zêde dibe.

Vahap Coşkun

Di nava Partiya DEM’ê li ser du mijaran her ku diçe nakokî zêdetir dibin. Mijara yekem ew e ku partî dê di qada siyasî de li ku û çi helwestê bigire. Ji sala 2016’an ve Partiya DEM’ê li dijî hikûmetê , li kêleka opozîsyonê radiweste. Yanî li hemberî AK Partiyê li kêleka CHPê bû.

Lê belê di hilbijartinên 2023’an de piştî partiyê hezeka berbiçav winda kir, ev pirs bû babeteka minaqeşeyê.

Mijara duyemîn jî ew e ku di çareseriya pirsgirêka kurd de dê çi rol ji Serokomar Erdogan re were dayîn. Piştî ku pêvajoya çareseriyê hat xetimandin, Partiya DEM’ê hemû hewldana xwe da ku Erdogan winda bike. Partiyê xeyaleke siyasî pêş xistiye û li şûna qezenca xwe, li ser windakirina Erdogan radiweste. Lê belê dema ku hilbijartinên Gulana 20023’an ku hêviyên mezin jê dihatin girêdan, têk çûn, pêwîst bû ku ev xeyal ji nû ve were serastkirin.

Van her du nîqaşên bi hev ve girêdayî di nava Partiya DEM’ê de dubendiyek çêkir. Niha du komên ku rêzikên wan zelaltir bûne têne gotin: Koma yekem; Ew alîgirê wê ye ku siyaseta berê bi vî awayî berdewam bike. Ev kom; alîgirê wê yekê ye ku partî dijberiya xwe ya tûj li hember hikûmetê bidomîne, têkiliyên xwe yên nêzîk bi opozîsyonê re bidomîne û bi Erdogan re diyalogê neke.

Li gorî vê komê, Partiya DEM’ê nikare ji bloka opozîsyonê cuda bibe. Di navbera hikûmet û muxalefetê de nikare helwesteke bêalî bigire. Ew nikare Erdogan weke aktorê çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl bike. Ji ber ku ev yek zerarê dide muxalefetê jî, destê hikûmetê hîn xurtir dike. DEM tu carî, nikare û nabe serî li siyasetek wisa bide ku di navbera xwe û hêzên muxalefeta demokratîk a Tirkiyê de bibe sedema şikestineke mezin.

“Werin em nebin alîgirê şerê keştiyan”

Koma duyemîn jî dixwaze ev polîtîkaya ku ji sala 2015’an û vir ve partiyê her tim ber bi xetimandinê ve dikişîne, biguhere. Ev kom dibêje: “Em nebin alîgirê şerê keştiyan”; Ew xelet dibîne ku destwerdana têkoşîna AK Partî û CHPê bike û helwestek li dijî AK Partiyê û li gel CHPê bigire. DEM tekezî li ser wê yekê dike ku divê Partî li ser karnameya xwe bisekine û berjewendiyên dengderan bigre pêş.

Her wiha li gorî vê komê; Pirsgirêka kurd ancex bi serokatiyeke xurt ku bandorê li partî û dewleta xwe bike, çareser dibe. Erdogan jî serokekî xurt e; Ew di nîşandana nermbûna siyasî, girtina rîskan û qanîkirina bingeha xwe de li hember serokên din xwedî avantajek bêhempa ye. Di wê rewşê de Erdogan dikare vê meselê çareser bike û eger îradeya çareseriyê nîşan bide dê bi wî re gotubêjek nû bê kirin.

Bi kurtasî di nava Partiya DEM’ê de du komên dijberî hev hene. Hilbijartinên herêmî yên 2024’an jî bû sedema eşkerebûna heyîna van herdu koman. Sê nav wekî nûnerên koma duyemîn – yên ku pêdiviyeke nû ya siyasî nîşan didin: Leyla Zana, Ahmet Türk û Selahattin Demirtaş. Li gotinên wan tê dîtin ku ev nav bi giranî li ser du mijaran disekinin:

Yek; Divê Partiya DEM’ê li her derê bi namzetê xwe bikeve hilbijartinan, dengdêrên wê tenê dengê xwe bidin partiya xwe, ne rêveberiya partiyê û ne jî dengdêr bi defterên hesabên partiyên din re eleqedar nebin. Ev mijar bi taybetî ji bo hilbijartinên Stenbolê xwedî girîngiyeke mezin e. Ya duyemîn jî, îmkan û hêza ku ji bo çareseriyê pêwîst in, di destê Erdogan de ye. Ger pêvajoya ku ,cemidandî cardin germ bike, wê demê bi Erdogan re hevkarî dikare bê kirin û rê bê meşandin.

“Çîrokên çareseriyê yên hin mirovên biaqil”

Bi rastî ev dîtinên Öcalan in. Ev nêrînên ku ji meha Çileyê vir ve zêdetir hatin gotin, dema Leyla Zana derket ser dikê, bandorek zêdetir li ser raya giştî kir. Ji ber vê yekê, avantaja psîkolojîk di vê komê de bû. Lê belê di van du rojên dawî de 3 îtîraz li ser vê xeta ku patronê wê Ocalan e derketin.

Ya pêşî ji Qendîlê bû, ya herî dijwar jî ew bû. Nivîsa ku di rojnameya Yenî Yaşamê (25.03.2024) de bi sernavê “Divê em AKP-MHP winda bikin” hat weşandin, di esasê xwe de nîşan da ku Qendîl li ku ye.

Li gorî vê gotarê, “Her çend kesên aqilmend behsa çareseriyê bikin jî, ji bo dîtina ku hikûmet xwe amade dike ku qirkirina Kurdan temam bike, ne hewce ye kumirov pêxemberbe da vê bizane ” û li gorî vê gotarê, her kesê ku alîgirê wan be, divê xwe ji ewa ku faşîzma AKP-MHP’ê serbêxe dûr bigre.  

Di nivîsê de hat gotin ku bertekên li hemberî CHP’ê rewa ye, lê ev reaksiyona rewa “divê tu carî venegere zemîneke ku faşîzm nefesê hilde” û ev yek weke “berpirsiyariya dîrokî ya windakirina AKP-MHP’ê” hat nirxandin. Ev name bi navê Qendîl hatiye îmzekirin, Qendil hilbijartina xwe bi awayekî zelal û bê ku  gumanê bihêle diyar kir û destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku hikûmet yek milîmetre jî ji xeta ku hikûmetê winda bike, dûr bixe. , wek di du hilbijartinên dawî de.

İkincisi, DEM Grup Başkanvekili Sezai Temelli’nin “Diyorlar ki ‘muhatap Erdoğan’dır, Erdoğan ile çözüm olur.’ Erdoğan’ın ipiyle artık kuyuya inilmez” sözleriyle ikinci gruba bir ayar çekmesiydi. “Muhatap Erdoğan’dır” diyen Demirtaş, “Erdoğan ile çözüm olur” minvalinde konuşanlar ise Zana ve Türk’tü. Dolayısıyla Temelli, üç ismi birden hedef alıyor ve DEM Parti’de yeni bir sayfa açma talebini toptan mahkûm ediyordu.

Ya duyemîn jî Alîkarê Serokê Koma DEM’ê Sezaî Temellî, li ser koma duyemîn jî got, “Dibêjin muxatab Erdogan e, wê bi Erdogan re çareserî pêk were.” Êdî hûn nikarin bi kenên Erdogan dakevin bîrên avê .” Demirtaş jî gotibû, muxatab Erdogan e û Leyla Zana û Ahmet Turk jî dibêjin; Erdogan re çareserî dê çêbibeTemellî ew jî bi tundî rexne kirin û  daxwaza vekirina rûpeleke nû di nava Partiya DEM’ê de bi temamî şermezar dikir.

“Mafên Stenbolê biryara rast didin”

Ya sêyem, Hevseroka Giştî ya DEMê Tûlay Hatimogullari di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Duvarê de ji Ceren Bayar re got, “Gelo îhtimal heye ku dengên partiya we li Stenbolê derbasî Îmamoglu bibin?” Ji pirsê re bersivek balkêş bû.

“Li Stenbolê lêçûneke bêhempa ya jiyanê û feqîrbûn heye. Li aliyê din bertekên li ser Kanala Stenbolê pir mezin in. Kanala Stenbolê ne projeyek e ku Erdogan bi hêsanî dev jê berde. Ji ber ku ev proje çavkaniya qezencê ye. Ew jî projeyek e ku Peymana Montreux eleqedar dike. Yanî xwedî wateyeke siyasî û stratejîk e. Li gel van hemûyan erdhej ji bo Stenbolê xeteriyeke mezin e. Digel ku ev xeterî ew qas nêzik e, hûn navek serketî wekî namzet destnîşan dikin. Namzedekî ku tenê karê wî jê fam dike, karê înşaetê û karê kirêdar e. “Ligel ku rewş bi vî rengî be, ez bawer dikim ku gelê Stenbolê dê biryara rast bide.” (https://www.gazeteduvar.com.tr/tulay-hatimogullari-leyla-zana-tum-kurt-halkinin-istegini-dile-getirdi-haber-1678600)

Niha jî dema ku Zana ku niha di nava partiyê de ne xwedî helwesteke fermî ye, ji Amed û Rihayê ji hilbijêrên Stenbolê re peyama “Ax dengên xwe bidin partiya xwe” dişîne hevseroka partiyê Hatimogullari. , naxwaze û nikare rasterast dengê xwe bide namzetê Stenbolê. Dema ku Zana bi wate dibêje “Bi planên biçûk yên kesên din nexape, ji xeynî DEM-ê dengê xwe nede kesekî din”, Hatimogullari pêşî bi tundî rexne li namzedê AK Partiyê dike û paşê jî dengdêrên xwe arasteyî namzedê CHPê dike û dibêje. Ez bawer dikim ku dema rewş wiha be dê gelê Stenbolê biryara rast bide.”

Rewşeke seyr e, di siyasetê de ne pir caran tê dîtin ku hevserokekî ku zimanê wî ji bo namzedê xwe deng bixwaze!

Bi kurtî, dema sînyalên ji aliyê DEM Partiyê tên nirxandin, mirov dikare bibêje ku parçebûnek derdikeve holê. Li aliyekî Ocalan û li aliyê din jî Qendîl e. Têgihîştina Zana, Turk û Demirtaş li aliyekî, Hatimogullari û Temellî li aliyê din li hev tên.

Qert têne eşkere kirin û şer eşkere dibe. Piştî 1’ê Nîsanê îhtîmala bayê dijwar zêde dibe.

Çavkanî: Serbestiyet

Werger ji Tirkî Rojevakurd

Back to top button