ÎrojNivîsar

Şoreşa Îlonê, bingehê hizra netewiye

Îro salvegera şoreşa Îlona pîroz e. Bê guman salane bi minasebeta salvegera Şoreşa Îlonê gelek nivîs têne nivîsandin û gelek nirxandinên cuda têne kirin. Gelek caran hinek aliyên siyasiyên kurd qet behsa vê Şoreşa ku di dîroka Tevgera Azadixwaz a Kurd de gelek girîng nakin û nabînin. Heta li gora van aliyan ev şoreş nebûye.Ez di vê nivîsa xwe de behsa dîroka Şoreşa Îlonê yani behsa qonaxa ji berî şoreşê û destpêka Şoreşê nakim, ji ber ku gelek cara bi tekrar behsa vê yekê hatiye kirin. Ez dixwazim behsa çend xalên girîng yên Şoreşa Îlonê bikim ku, îro jî dikare rastiya Tevgera Kurd derêxe holê û bihêle em behtir pêşiya xwe bibênin.Ji berê her tiştekî Şoreşa Îlonê heta sala 1992ê jî tenê ji aliyê siyesetekî ve dihata nirxandin û bîranîn. Piraniya aliyên kurd li beşên din yên Kurdistanê, ev şoreş, naverok û giringiya wê nedîdîtan û bi awayek xirab dinirxandin. Heta beşek ji van aliyan ev wek şoreşekî qebûl nakiran.Piştî sala 1991ê ku Kurdistana Başûr kete di bin desthilata Kurdan de û taybetî giraniya PDKê hêdî hêdî xwe da xûyakirin, vê yekê gelek tişt guhertin û xelkekî destpêkir bi awayek erênî bahsa vê şoreşê bikin. Ev xelkê hanê ji dev naveroka şoreşê berdan bi tenê wesfê wê bi şeklî dan. Yanî çi hikmet be, ew aliyên ku heyîna Şoreşa Îlonê qebul nedikaran destpê kirin wesfê wê dan.Bê guman dîtina xelkekî ya rastiyê cihê dilxweşiyê ye, lê her demî divê nirxandinên vî cureyê xelkê bi gelek dikkat bête xwendin. Ji aliyek din divê em rêbaza ku Şoreşa Îlonê kirî di rojeva Kurdistanê de, baş bizanin û kûrahiya wê têbigihin. Ev yek gelek girêng e, Ji bo  pêvajoya ku em têre derbas dibin, divê em her demî derbasbûya xwe ya siyasî baş bizanibin û li gora wê jî siyaseta xwe ya pêşerojê bi hemû awayî de tesbît bikin. Eger di siyasetê de aliyek bê prensib û perspektivek siyasî be gelek zehmete ku mirov bûyeran ji hev derêxe û bi zelalî pêşiya xwe bibîne.Şoreşa Îlonê yekem Şoreşa netewî bû di dîroka siyasî ya Kurdistanê de, bê guman ji berî vê şoreşê gelek serhildanên netewî pêkhatine û kurda ji bo Kurdeyatiyê raperin û serhildan kirine , lê Şoreşa Îlonê Şoreşek netewî û li tevahiya Kurdistanê bandora xwe kiriye û bi destpêka vê şoreşê jî yekitiyek netewê di nava Kurdan de pêkaniye.Di destpêka Şoreê hata ku sala 1970 peymana 11ê Adarê hatî îmzekirin, gelek pêvajoyê cuda hatine jiyandin. Bi awayekê Şoreşê axa mirî li ser kurdan avêt û hestên netewî wejand û bi hêz kir. Lê mixabin vê şoreşê gelek nexweşî û xiyanet jî dîtin. Herweha ev şoreş gihat armanca xwe û peymana 11ê Adarê sala 1970ê li gel hukumeta Iraqê îmze kir.Mistefa Barzanî xebata xwe ya bi salan bi destpêkirina Şoreşa Îlonê gihand radeya herî bilind. Şoreşa Îlonê di serokatiya serokê netewî de wek Şoreşek Netewî destpêkir û heta gihat armanca xwe berdewam bû.Ji bo vê yekê jî gelek cara siyaseta ku Barzaniyê nemir rêvebirî, kar û xebata kirî û heta jiyana wî, bi xebata destkeftina mafên netewî yên Kurda re hate girêdan. Hêdî Barzanî, Kurd û Kurdistan bû yek gotin.Îro dema mirov behsa rêbaza Barzanî dike, gerek bi hemû awayî hûrguliyên vê şoreşa pîroz bi kûrayî binirxîne da ku rastiya heyî bê xûyakirin û herweha ev rêbaza pîroz ku demana destkeftiyên neteweyekî ye baş bê zanin û nivşên nû tê bigihin.Destkeftiyên îro li Başûrê Kurdistanê heyîn, û xebata ku di vê qonaxê de bi serokatiya PDKê tê kirin encama Şoreşa Îlona pîroz e.11.09.2018Dara Bilek

Back to top button