Nivîsar

Şivantî…

 Şerefxan CizîrîNûha di hemû curê civatên ku çînayetî lê heye de, komikên sosyal û tîpolojîyên neqandî hene. Li gora şert û mercên dîrokî ev komik û tîp têne guhertin. Navê wana, peywira wana, jêhatbûna wana li hemû deveran ne weke hevdû ye. Ev komikên sosyal bi hêsanî dibin bêşek ji kultura gelekî, neteweyekî, ya çinekî. Li gora bingehên civatan yê madî ev komikên sosyal formata xwe digirin û di civatê de dibin xwedî gotin.Nûwenertiya tîpolojîya van komikên sosyal jî hinek kesên neqandî dikin…Ji bona mînak; di civata Kurdan de şivan û şivantî xwediyê wateyeke gelek şênber in. Em Kurd baş dizanin bê şivan kî ye, bê bi çi dadikeve, xwediyê kîjan çalakîya ye û di civatê de çawa tê nirxandin…Li gora îdeolojîya serdest şivan ne tenê li ber pez e. Ne tenê li çola ye, ne tenê bûyê mijar ji bona stranan, ne tenê bûye model ji bona govendên folklorîk, ne tenê gelek bêrîvan dibin evîndarê wî…Li ser şivanan stran hene, çîrok hene û roman hatine nivîsandin…Di civata me de şivan gelek caran bi wateya rêberiyê jî tê bikaranîn…Giringîya şivanan li ba civata Kurdan, hilbet ji xwedîkirina pêz derdikeve pêş. Em dizanin ku xwedîkirina peza reş û spî ji bona civata Kurdan stûneke ekonomik bû. Gelek mirovên Kurd debara xwe bi xwedîkirina pez dikirin. Pez him goşt dida xwediyê xwe him jî zû dikaribû bibana pere, dikaribûn bi malekî din bihatana guhertin. Heta gelek caran weke qelenê jînan jî dihate bikaranîn. Ji mû û hirîya pez berhemên tekstilî dihatin afirandin.Qatix ji pez dihate komkirin, rûn, şîr, mast, pêner dihate çêkirin..Ma gava ku pez di civatekê de xwedî ewqase encam be, wê çawa şivanê ku nehtoriyê pez e nebe xwedî desthilat û dilbijandin?Bala xwe bidin civata Kurdan; gavanên me ne bi qasî şivanan xwedî rûmetin. Çima? Ji ber ku di civata Kurdan de dewar ne bi qasî peza reş û sipî di ekonomiya civatê de roleke sereke nedileyist. Ne ji aliyê dîrokî de û ne jî alîyê debara civatê de dewaran li Kurdistanê roleke mezin neleyistine. Ji ber ku gelek deverên Kurdistanê ji çiyayên asê pêk dihat.Cografîya Kurdistanê ji xwedikirina dewaran re ne zêde berhemdar bû.Civatên ku xwedikirina dewaran roleke mezin di ekonomîya civatê de dileyize, gavan jî weke şivanê Kurdan xwedî rûmet bûn. Heta mirov dikare bibêje ku şivan di van civatê wilo de nebûne model ji bona tîpolojîya sosyal. Şivan di van civatan de ne xwedî statû ne, lê gavan pir li pêş in. Ji bona minak; gavan li Emerîka, ango Kovboy xwedî rûmeteke mezin in. Gavanên Kurdan û Kovboyên Emerîka heman karî dikin. Lê nirxandina civatan li ser gavan û şivanan gelekî cuda ye. Mirovê gavan li Emerîka, piştî pêvajoyên sosyal bûne mirovên çekdar, şervan û di civata Emerîkanî de bûne model ji bona mêrxasîyê.Çima? Ji ber ku xwedîkirina dewaran roleke mezin di ekonomîya civatê de dileyîzt û gavan jî bi vê giringîya ekonomik re derdiketin pêş…Veca şivanê Kurdan jî li gora civata Kurdan bû. Civata ku demeke dûr û dirêj weke koçer jıyana xwe berdewam dikir, bêşik giranî dida yê ku nehtoriyê pez bû. Ma hema tenê nehtorî? Na xêr!Pez xwedikirin stûneke civatî bû û civatê jîyana xwe li ser vî bingehî organize dikir. Ma karkerên febrîqan jî ne li gora giraniya xwe di hilbirîna civatê de dibûn hêzeke sosyal û derdiketin pêş?Em dizanin ku di civata Kurdan de bêrîvan jî xwedî rûmet bûn! Ma ne bêrivanan jî pez didotin? Şivan nehtoriyên pez bûn, bêrivanan jî pêz didotin. Ma şîvan û bêrivanan jî stran li ser hevdû nedigotin? Di cıvata Kurdan de şivan û bêrivan bibûn modelên sosyal.Ma herduyan jî nedigotin; bêrivanê dilovanê, şivano bilûrvano…Mirov bi hêsanî di kultura Kurdan de dibîne ku ne têne civat li ser şivan û bêrivanê dibêje, lê belê herdû jî li ser hevdu dibêjin. Di van pêwendiyan de kultureke gelek dewlemend derketiyê pêş, lê mixabin ew kultur bi haweyekî tevahî devkî maye.Ez bahwerim ku yêk ji xizmeta kulturî ya helî mezin li Kurdistanê nivîskî kirina vî kulturê devkî ye…  

Back to top button