HevpeyvînVîdeo

Serxwebûn pirseke cidî ye

Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, serxwebûn pirseke cidî ye. Barzanî da xûyakirin ku, heger hikûmeta Tirkiyê ji wan bixwaze, ew amade ne rola wan di destpêkirina proseya aştiyê li Tirkiyê de hebe.Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê ligel rojnameya “Lemonde” ya Fransî de derbarê hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê de ragihand, meydana rasteqîne ya PKKê Kurdistana Tirkiyê ye, ne Herêma Kurdistanê ye û divê bi aştî pirsgirêkên xwe çareser bikin.Li ser pêwendiyên ligel Îranê, Serok Barzanî got: “Pêwendiyên me ligel Îranê baş in, lê naxwazim ti welatek destê xwe di karûbarê me de werbide.”https://www.youtube.com/watch?v=g1Y3PDwRZnw
Derbarê pêwendiyên ligel Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: “Ligel Bexdayê di guftûgoyê de ne bo birêvebirina Mûsilê ji piştî nema DAIŞê. Şerê Mûsilê bi serkeftî birêve diçe, lê nema DAIŞê nayê wateya nemana hizra terorê.”Herwiha Barzanî got: “Di warê serbazî de hevahengî ligel Bexdayê heye, lê li ser dosye û pirsgirêkên din yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti pêşketin nebûye, bi taybet di pirsa petrol û navçeyên dabirînkirî de.”Derbarê hêzên Tirkiyê yên Başîkê de, Barzanî da zanîn, Serokwezîrê Tirkiyê serdana Bexda kir û ligel berpirsên Iraqê ew pirs gotûbêj kir.Herwiha Barzanî nêrîna xwe di wê derbarê de aşkere kir û got: “Bi nêrîna min, mana wê hêzê bi awayekî demkî ye û piştî şerê DAIŞê ji Mûsilê vedikişe.”
Li ser pirsa serxwebûnê, Serokê Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, ku pirsa serxwebûnê ji Kurd re pirseke cidî ye û mafê her gelekî ye ku serbixwe bibe. Kurd jî dest ji wê mafê bernade, piraniya gelê Kurdistanê ligel wê çareseriyê ne.Derbarê Rojavayê Kurdistanê de, Serok Barzanî ragihand, ew piştgîriya Kurd li her perçeyekê dikin û li Rojava jî heger hewl bo serxwebûnê bê dayîn, piştgîriya wan dikin, lê bi mercekê ku bi riya aştiyane hewla wê yekê bê kirin, ne bi riya şer.
Back to top button