CîhanDosya

Serokwezîrê Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Flanersa

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanêli Davosê tevî Geert Bourgeois Serokwezîrê Herêma Flanersa Belcîkayê civiya.Di civîne de pêdagirî li ser berfireh kirina têkilî yên navbara her du herêman bi taybetî li biyavên giring kirin û bal kişandine ser warê abûrî û weberanînê ku Herêma Kurdistanê dikare sûdê pisporî û şarezayiya Herêma Flanders werbigre.Her wiha behsa dawîn pêşhatên têkiliyên navbeta Hewlêr û Bexdayê kirin û pldagirî li ser diyalogê ji bo çareser kirina pirsgrêkan kirin.Di vî warî de karên komîtên hevpar navbera Hewlêr û Bexdayê bi erênî dane zanîn û hêvî xwestin encameka baş ji bo çareser kirina pirsgrêkan hebe.Serokwezîrê Herêma Flaners behsa serdana xwe ji Kurdistanê û serdana şandeya Kurdistanê bo herêma xwe kir û rola Hêzên Pêşmerge li sere dijî terorê giring nirxand.Her wiha hewlên Hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo vehewandina hijmareka zêdeya penaber û koçberan bi giring daye zanîn û pêdagirî li ser vê yekê kir ku  civaka navdewletî ,Ewrûpa û Belcîka hewlê didin alîkariya koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê bikin.Nêçîrvan Barzanî bi spasî kirina Serokwezîr û Hikûmeta Herêma Flanders ku li demên dijwar piştîvaniya Herêma Kurdistanê kirine, berhev bûna Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistina têkiliyan li hemû waranm bi taybetî li warên abûrî, weberanîn û hasankarî ji bo kompaniya yên Flanders ji bo kar kirin li Kurdistanê nîşan da.Qubad Talebanî Cîgrê Serokwezîr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê û Felah Mistefa Berpirsê têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê civînê de berhev bibûn. 

Back to top button