Polîtîk

Serok peyameke pîrozbahiyê ji bo serkevtina hilbijartina belav kir

Serok  Barzanî di derbarê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de peyamek belav kir û got: “Cihê kêfxweşiyê ye, ku hemwelatiyan di proseya demokrasiyê de dengên xwe dan û baştirîn rê jî ji bo bidestxistina desthilatiyê sindoqên dengdanê ne.”Di roja 30ê Îlona 2018ê de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û li gorî encamên, ku heta niha eşkere bûne, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye partiya yekem.Daxuyaniya Serok Barzanî:


Bi navê Xwedayê Bexşende û MîhrebanBi boneya serkevtina proseya birêveçûnê ya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di 30ê Îlona 2018ê de, pîrozbayî li hemû xelkê Kurdistanê dikim û bi boneya serkevtina lîsteya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbayî li cemawera serbilind û xweragir û hemû endam û alîgir û kadro û hezkiriyên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim.Cihê kêfxweşiyê ye, ku hemwelatî di proseyeke demokrasiyê de dengên xwe dan û baştirîn rê jî ji bo bidestxistina deshilatiyê sindoqên dengdanê ne.Serkevtina proseya hilbijartinê serkevtina hemû gelê Kurdistanê ye, hişmendiya siyasî ya xelkê bi pêş dixe û karîgeriyê li ser bilindtirbûna pêgeh û navûdengê Herêma Kurdistanê jî dike. Ji hemû xelkê Kurdistanê û bi taybet ji cemawera PDKê daxwaz dikim, ku di derbirîna kêfxweşiyê de pabendî bingehên yasayî û aramiya hemwelatiyan bin û xwe ji bikaranîna teqeyan û kirinên neşaristanî biparêzin.Dibe ku rexne û îtiraz û têbiniyên gelek kes û aliyên siyasî yên Herêmê li ser hebûna binpêkirin û serpêçî û sixtekariyê hebin, ku di roja hilbijartinê de hatine encamdan. Ji bo vê yekê ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kurdistanê daxwaz dikim bi hûrgilî û cidî li pey gilî û serpêçiyan biçe û bi ti şêweyê rê nede derbaskirina sixtekarî û binpêkirinan û rastiyan derxin holê.Mesûd Barzanî

Back to top button