Polîtîk

Serok pêşwaziya HDPê kir

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Demokrata Gelan (HDP) kir.Şanda HDPÊ ji  Perwîn Buldan Hevseroka Giştî ya PYD û Osman Baydemîr, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier, Xeynep Boxa Parlementerên HDP û Muzeyen Guneş û Abîd Îke Nûnerên wê partiyê li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de şanda bilinda ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî HDP serxweşiyê li Serok Barzanî kirin û hevxemiya xwe derbirîn. Ji bilî balkişandina li ser kêşe û gefên li ber gelê Kurdistanê li Tirkiye û Iraqê û guhertin û pêşhatên Rojava û şerê Efrînê wê yekê xistin rû ku hevdîtina wan li gel Serok Barzanî li wê demê daye ku gelek wateyan digihîne. Her wiha ronahî xiste li ser rûdanên piştî referandûmê û tekez li wê yekê kirin ku kêşeyên li ber gelê Kurdistanê li navçeyê da peywiste bi hevdû û daxwaza hemahengî û şêwirîna li navbera aliyên siyasiyên Kurdan kirin.Li beşekî dinê vê civînê de şanda mîhvan behsa derencama kongreya partiya xwe kirin û bi kurtî ji rewşa siyasiya Tirkiye û rewşa hemwelatiyên Kurd û kar û çalakiyên HDP ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda bilinda HDP kir û spasî helwesta wê partiyê û Kurdên Bakûr kir. Her wiha ronahî xiste li ser naveroka rûdanên piştî referandûmê û tekez li wê yekê kir ku bijardeya serekî ya gelê Kurdistanê li hemû qonaxek da aştî bûye û herdem şer li ser da hatiye sepandin. Serok Barzanî daxwaz jî kir ku pêwîste em hemû li ser çareseriyeke rastiyane û aştiyane bigihîne encam û li gel eve da jî zimanê zordarî û çek û xwe sepandinê encama xwe nabê.Her li vê civînê de her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku li ser pêşhatên nû û çareseriyên wan li peywendî û şêwirîna berdewam da dibin.Hêjayî gotinêye li vê civînê de Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî û Elî Husên Endamê Serkirdayetî û Umêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê amade bûn.

 

Back to top button