Serok li gel şanda ENKSê civiya

Serok li gel şanda ENKSê civiya

Serok Mesûd Barzanî, li Selaheddîn pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrya (ENKS) kir û di wê civînê de rewşa Efrînê hat gotûbêjkirin.Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Rojavayê Kurdistanê û bajarê Efrînê hatin gotûbêjkirin û derbarê pêşeroja rojhilatê çemê Firatê û hevkêşeyên serbazî û siyasî li wê deverê jî gotûbêj kirin.Her di wê civînê de şanda mêvan kurteyek derbarê pêwendiyên wan li gel hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û aliyên Sûrî û çalakiyên siyasî yên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûrya, ji Serok Barzanî re pêşan dan.Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî di gotina xwe de bal kişand ser pêşeroj û astengiyên li pêşya gelê Kurd li Sûrya û nerînên xwe derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê ji şanda mêvan re da xuyakirin. 

1 Comment
  1. Her bijî serok ,sekeftin

Nerîna min :

%d bloggers like this: