Polîtîk

Serok: Behsa destkeftên PDK bikin û dest bixin ser kêmasiyan

Serok Barzanî ragihand li gel Bexda li guftûgoyekî berdewamdayîn ji bo rastkirina proseya siyasî û ji bo wê yekê ku Iraq bi tevahî ji takrewiyê dûr bikevê û li ser eve dakokiyê dikîn ku heta encûmena îtîhadî dirust dibê, pêwîste encûmenekî bilinda siyasî û plana stratejî dabimezrê heta biryarên girîng pêkve ji aliyê pêkhatên Iraqê ve li wê encûmenê de derbikevin û Kurd jî têda beşdar bê û êdî takrewî li hukimranî û binpêkarî destûr da rû nede û hîç kes û aliyek nikarê wan tawanên derbarê gelê me de hatin kirin dûbare bikin.Ew gotinên Serok Barzanî li hevdîtinek da pêkhat ku roja şemî 15.09.2018 li Selahedîn li gel kadîrên hemû organên ser bi Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê, birêveçû.Li hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser biryara gelê Kurdistanê li referandûm û her wiha rûdanên piştî referandûmê û binpêkirinên destûriyên hikûmeta Iraqê li dijî gelê Kurdistanê şîrove kir.Her wiha li ser rewşa siyasiya Kurdistan û Iraqê, ber çav roniyên pêwîst da û balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji bilî hebûna guşarên cûr bi cûrên aborî û siyasî karî dengê yekem li ser asta Kurdistan û Iraqê da mîsoger bike. Serok Barzanî eve jî xisterû ku hemwelatiyên Iraqê wan dem û çav û kesayetiyan siza da ku kirdarên nedestûrî li dijî xelkê Kurdistanê encamda bû.Serok Barzanî balkişand li ser danustandinên niha ya di navbera aliyan ya ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê û ragihand me sê bingehan daniye û pêdagiriyê dikîn ku nabê hukma takrewî hebê û ji bo rêgirtina wê jî pêwîste hikûmet li ser sê bingehên şeraketa rasteqîne, tewafiq û hevsengiya li navbera pêkhatan da bê dirust kirin û li gel aliyên Iraqiyan da li guftûgoyekî cîddî dayîn ku pêwîste encûmenekî bilinda siyaset û plana stratejiyê bê damezrandin heta biryarên girîng ji aliyê pêkhatên Iraqê ve pêkve li wê encûmenê ve derbikevin û Kurd têda beşdar bê bo ku êdî takrewî li hukimranî û binpêkirina destûrê de rû nede û hîç kes û aliyek nikarê wan tawanên di derbarê bi gelê me hate kirin dûbare bike.Di derbarê hilbijartina Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand ku Partiya Demokrata Kurdistanê bi şanaziyê ve diçê nav wê hilbijartinê û daxwaz ji kadîrên PDK kir ku bi coş û xiroşiyê ve xwe ji bo hilbijartina Parlemena Kurdistanê amade bikin, pêwîste bi zimanekî bilind bangeşeya xwe bikin û xwe ji teşhîr û sozên mezinê bê kirdar dûr bigrin. Behsa destkeftên PDK bikin û dest bixin ser kêmasiyan jî û tekez jî kir ku bi piştevaniya gelê me PDK serkeftineke mezin bi dest ve tîne û hikûmetekî bihêz pêktê ku bikarê çaksaziyên bingehîn bike.Li dawiya hevdîtinê de jî Serok Barzanî bersîva pirs û têbîniyên amadebûyan da û ber çav rûnî û şîretên pêwîst xisterû. 

 

Back to top button