Serok Barzani pêşwazî li Nûnerê Trump kir
Serok Barzanî û nûnerê taybet yê serokê Amerîka dan xûyakirin ku, bêyî beşdariya rasteqîn e ya Kurdistanê hewlên bo pêkanîna Hikûmet û aramiya li Iraqê naçe serî.Di civînekê de ligel Serok Barzanî, Şanderê taybet ê Serokê Amerîka bo hevpeymanya dijî DAIŞê Brett McGurk pîrozbahiya birêveçûna hilbijartinên Îraqê û serkeftina lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê li gelê Kurdistanê û Serok Barzanî kir. Ji bilî amajedan bi rola giring a Serok Barzanî li Kurdistanê û Îraqê, ragihand jî ku, siyaseta welatê wî ew e: qewareya Herêma Kurdistanê bihêz be û daxwaz jî kir, pêwendiyên di navbeyna Amerîka û Herêma Kurdistanê de di hemû waran de berdewam bin û bêne pêşxistin.Her di wê civînê de prosêsa siyasî li Îraqê, encamên hilbijartinan û rola Herêma Kurdistanê di aramiya siyasî de hate gotûbêjkirin, û behsa egerên pêkanîna Hikûmeta bê ya Îraqê kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku, bêyî beşdariya Kurdan a bi bandor û rasteqîn e hewlên bo pêkanîna Hikûmet û aramiya li Îraqê naçe serî.