Dosya

Serok Barzanî: Girtina Rêbwar Talebanî dirêjepêdana xiyaneta 16ê oktoberê ye.

Li ser biryara mehkemeya Kerkûkê ya girtina Rêbwar Talebanî serokê civata wîlayeta Kerkûkê, ofîsa Serok Barzanî di daxuyaniyekê de wê birayarê şermezar dike û dibêje ku biryara girtina Rêbwar Talebanî dirêjepêdana xiyaneta 16ê oktobera sala borî ye.Ofîsa Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de dibêje ku ji ber helwesrên wî yên kurdperwerî û niştimanperwerî mehkemeya Kerkûkê biryara girtina Rêbwar Talebanî daye û kiriyarên bi vê awayî xiyaneta 16ê oktoberê ji hole ranake.Lo gor daxuyaniyê Serok Barzanî bi hemû hêza xwe piştevaniya Rêbwar Talebanî dike. Teksta daxuyaniyê Daxuyaniyek ji ofîsa Serok BarzanîBiryara girtina Rêbwar Talebanî dirêjepêdana xiyaneta 16ê oktobera sala borî ye û ev kiryarên weke girtin û cezakirina xelkê welaperwer xiyaneta wan ji hole ranake.Yaku derheq bi Rêbwar Talebanî tê kirin ji encama helwestên wî yên welaperwerî, kurdperwerî û edaletxwaziyê ne û vê rastiyê hemû alî dizan in. Niha jî hemû kurdekî dilsoz piştevaniya Rêbwar Talebanî dike û Serok Barzanî jî bi hemû hêz axwe piştevaiya wî dike.Ofîsa Serok Barzanî03.06.2018

Back to top button