Dosya

Piştî hilbijartinan çareseriya Pirsa Kurdistanê bikeve rojeva dewletê

Zeynelabidin Zinar bersiva pirsên Rojevakurd yên li ser hilbijartinên 24 hizîranê dide û dibêje: Piştî hilbijartinê eger Erdogan serkeftin bi dest bîne, jixwe diyar e ku wê bingeha Turkiyê bi temamî bête guhertin û sîstemeke nû a federali çêbibe.Di serê pêşî de ev sîstem dibe ku mafekî zêde nede Neteweyê Kurd, lê di pêşerojê de wê rê li ber gelek xalên cuda yên ku mafên Kurdan misoger dike veke. Hingê eger Kurd kargêriya xwe bi rêkûpêk bi cih bîninPirs- Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? BERSIV: Eger Kurd roja 24ê Hezîranê bi giştî boykot bikin û neçin ser sindoqên hilbijartinê, wê li dinyayê dengvdêriyeke mezin çêbibe. Lê belê ev yek jî niha ne mikun e.Eger Kurd herin ser sindoqê û deng bidin, divê bi giranî dengê xwe bidin aliyê serokkomarî.Na, eger bi giştî dengê xwe bidin HDPê, wê bibe sedemê aloziyeke mezin li Bakûrê Kurdistanê. Jixwe diyar e ku ev partî jî çu pirsgirêk çareser nake.Pirs- Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?BERSIV: Piştî hilbijartinê eger Erdogan serkeftin bi dest bîne, jixwe diyar e ku wê bingeha Turkiyê bi temamî bête guhertin û sîstemeke nû a federali çêbibe.Di serê pêşî de ev sîstem dibe ku mafekî zêde nede Neteweyê Kurd, lê di pêşerojê de wê rê li ber gelek xalên cuda yên ku mafên Kurdan misoger dike veke. Hingê eger Kurd kargêriya xwe bi rêkûpêk bi cih bînin, wê serkeftineke mezin bi dest bixin û ji bilî serxwebûnê wê Kurd bibin xwedanê her tiştê xwe.Pirs- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?BERSIV: Bêguman wê hewldaneke mezin ji bo çareseriya Pirsa Kurdistanê bikeve rojeva dewletê jî û wê hikûmeta nû jî bêgav bimîne ku zûtirîn dem pirsgirêkê çareser bike.

Back to top button