Pirtûkek nû û giring: “Mehmed Uzun Diaxive”

Gabar Çîyan Serwîsa Çandê: Cihê Mehmed Uzun di edebiyata kurdî de giring e. Di afirandina edebiyata nûjen de, rolek sereke lîstiye û romanên wî, bi gelek zimanan tên xwendin. Mirovek nasdar e. Wî beşek mezin ji jiyana xwe, li surgunê, da pêşxistina edebiyata kurdî. Romanên giranbûha afirand û pêşkeşî edebiyata kurdî û cîhanê kir.Di dema zarokbûnê, xwendina destpêkê de, pêrgî zilm û zora li ser zimanê kurdî hat û xwest fêm bike. Li gorî xwe, merşên neteweperestiya turka nexwend, ji dibistanê bazda û cezekirina mamosteyan da ber çava. Di xortbûna xwe, ji ber karê siyasî hate girtin. Li zindanê, girêdana mirov bi zimanê dayikê baştir fêmkir. Li zimanê kurdî vegeriya û destan û çîrokê kurdî guhdarî kir. Dema zaroktiyê, mala bavê xwe, hewşa dara hinara tê de, bilura bavê xwe û stiranê kevnare zîvirî. Li ser berhem û hunera dengbêjan kur bû. Bûn perçeyek ji jiyana wî.Zexta li ser wî, rêya xerîb û xurbetê vekir. Jiyana surgunê, mirin e. Mirovan dirizîne. Êşa wê giran e. Uzun, bi zanabûn tevgeriya, jiyana xurbetê de pirtûk û xwendin bû hevalê wî ên herî nêzîk. Afirandina berhemên edebî, romanên kurdî ji xwe re kirek karek esasî. Mala wî ji pirtûk, rojname û kovarên edebî û çandî hatibû dagirtin.Dîroka kurda baş zanîbû. Rojnameya pêşî a kurda li derveyî welêt derketibû. Miqdad Bedirxan li Misrê dabû destpêkirin. Şanonameya pêşî Memê Alan ji teref Evdirehîm Rehmî Hekarî hatibû nivîsîn, dûrî welêt, li Istanbulê, di kovara Jîn ê de belav bibû. Alfabeya kurdî bi destê Celadet Bedirxan, di kovara Hawarê formê xwe a dawî girtibû. Hawar li Şamê derdiket. Gelek nimunên wisa hebûn ku ronakbîrên kurda li welatê xerîbiyê afirandibûn û pê xurtir bibûn. Uzun jî da pey şopa wan. Li surgunê, ji bo afrandina edebiyata nûjen gavên xurtir avêt.Uzun ne tenê roman nivîsî. Wî edebiyata devkî, dengbêjên kurda û berhemên wan bi cîhanê da nasîn. Kurbûn û xurtbûna zimanê kurdî nîşan da. Bi nivîskarên nasdar ên gelek welatan têkiliyên xurt anî pê. Bû endamê gelek saziyan.Weşanxaneyên biyanî xwestin berhemên Uzun bi zimanên xwe bixwînin. Lê wergêra kitêbên wî, ji zimanê qedexekirî, kurdî, ne hêsan bû. Kêmbûna wergêran ji zimanekî xurt û kevnare bo zimanên din, dijwariyên wê hebûn. Ji bo helwêsta Uzun ku, israr bi kurdî dinîvisî wiha digotin, rexnegirên edebî:“Mehmed Uzun mîna gelek nivîskarên kurda, ji bo nasîna xwe û berhemên xwe, bi zimanê erebî û turkî nanivîsîne. Dema bi wan zimanan binîvisîya dê wergera berhemên wî hêsantir biba. Wî bi zimanê xwe î qedexe, bi zimanek ku koka xwe dirêjî dîroka kevnare dibe û ji hêla edebiyata devkî xurt e, nivîsî.” mehmed uzun anlatıyor Dema Weşanxaneya Ordfront li Swêdê biryara wergerandina berhemên wî bo swêdî da, li ser dijwariyên wergerê zêde kur nebibû. Şefê weşanxanê Jan-Erik Pettersson wan rojan wiha dihanî zimên:“Pêwîstiya me bihêzkirina wergera di dest me de hebû. Ji bo ku wergera me, mîna orjînala berhemê bi tam ba û xurtbûna wê derketina beşberî xwendevanan, pêwîstî bi tekuzkirina wê hebû. Wergêrê hebû karê xwe dikir, lê têr nedikir. Uzun bi saetan li nik wergêr rûnişt û alîkarî dikir. Bi rojan wiha dom kir. Paşê, bihêzbûna kitêbê û mezinbûna Uzun baştir hat fêmkirin.”Berhemên Uzun ne tenê kurda, lê bi gelek ziman û welatan dihatin xwendin. Lê li Turkiyê, xwestin romana wî, bi hinceta qanûna terorê qedexe bikin û wî ceze bikin. Cezekirina şexsiyetekî edebnas û berhemdar ku li cîhanê naskirî ye, ne hêsan bû. Li ser navê demokrasiyê eybek mezin bû. Helwêsta dewletê skandal bû. Dijberiyên mezin anî pê. Wezîra çandê a Swêdê Marita Ulvskog jî anî sersînorê ku bêje, “Wî ceze bikin, ez ê jî biçime wir, cem Uzun.”Di demekî wiha ku qedexeya li ser zimanê kurdî rabû û demokrasî pêş diket, Uzun dixwest here Amedê, li kûçeyên wê bigere, bijî û li wir berhemên giranbûhatir biafirîne, nexweş ket. Nexweşiya bêbext ew êşand. Dawiya jiyana xwe, li Amedê, bajarê dilê wî pê ve derbas kir, heta roja wefatê.Pirtûka Mehmed Uzun Diaxife (Mehmed Uzun Anlatıyor) aliyên Uzun ku zêde nehatiye qalkirin ronî dike. Hevalê nêz ê Uzun, rojnamevan Zarathustra Gabar Çiyan, hevpeyvînên bi Uzun re anîbûn pê, di kitêbê de pêşkêşî xwendevanan dike. Uzun, di hevpeyvînan de, qala zaroktiya xwe, mala eşîreta mezin ku dara hinaran tê de bû, çanda bilurvaniyê ku dirêjî bavê wî bûye, dike. Cîranên xwe, çandên li welêt dijîn, Suryanî, Ermenî, Kurdên Êzdî û Cihuwan jibîr nake. Derbarê sûdên pirçandîbûnê dihêne zimên. Taxrîbat û pirkûjiya li dijî wan ronî dike û çaraseriyên însanî pêşniyaz dike.Li ser pirsa eşqa xwe kur dibe. Pirsek ku ji bo me kurda pêwîst e, lê tabuye, dike cihê niqaşê. Qala cî û giringiya evîn û evîndariyê dike. Hezkirinê dihêne bîra mirov.Uzun zêde qala rojnamegeriya xwe nekiriye. Di vê xebatê de, vedigere salên ciwaniyê, destpêka karê rojnamevaniya xwe û pêşketina rojnamevaniya kurdî.Mehmed Uzun bi dirêjî, yek bi yek qala berhemên xwe dike. Pêvajoya afirandina wan ronî dike. Kêfxweşiya xwe bi belavbûna wan par vedike. Peydekirina çîrokên romanên xwe, nivîsîna wan, dijwariyên derketiye pêşberî wî û giringiya nivîsîna kitêbên wiha dike cihê niqaşê. Kitêbên bi zimanê biyanî belav bûne û planên xwe ên pêşerojê eşkere dike.Ji bilî sê hevpeyvînên pê re, di kitêbê de du beşên din hene: “Di medya biyanî de berhemên Mehmed Uzun” û “Li Turkiyê daweya li dijî Mehmed Uzun.”Di mijara medya biyanî de, nirxandina kitêbên wî di medya Swêdê de esas hatiye girtin. Wergêra analîzên rexnegirên edebî hatine pêşkêşkirin. Di daweya li Turkiyê, axavtina parlamenterên swedî di meclîsa Swêdê de, beyana PEN a Swêdê û nûçeyên mediayê de cî digre.Pêşgotina kitêbê ji hêla şefê weşanxaneya Ordfrontê, Jan-Erik Pettersson ku kitêbên Uzun bi swêdî çap kirine, hatiye nivîsîn. Çiyan, berî çapkirina kitêbê, bi Pettersson re rûniştiye û qala xebata xwe jê re kiriye, ji dîtinên wî sûd girtiye.Mehmed Uzun anlatıyor, kitêba nivîskar Z. Gabar Çiyan a 17 an e. Lê yekem kitêba wî ye ku li Turkiyê derketiye û belav bûye. Edîtortiya wê Huseyin Gunduz kiriye. Berhem di nav weşanên DO de, li Istanbulê berî bi demek e kin ji çapê derket û belav bû.  Kitap bi turkî ye. Nivîskar Z. Gabar Çiyan gelek zimanan zane, bêhtir bi kurdî dinivîse. Çiyan sedema nivîsîna kitêbê bi turkî wiha dihêne zimên:“Giraniya hevpeyvînên bi Uzun re li ser pirçandîbûna li welatê me ye. Hetanî piştî avakirina komara Turkiyê jî zimanê ragihandina bi çandên cînar re, ermen û aşuriyan, kurdî bû. Lê ji ber polîtîka dewletê, perwerda yek zimanî û yek rengî, bû turkî. Dîtinên Uzun li ser pirsê giring in. Ji bo ku baştir bê fêmkirin, pirtûk, weke zimanê hevpeyvînan, bi turkî hat nivîsîn.”Kesên dixwazin Mehmed Uzun ji awirên guhertî nas bikin, dikarin kitêbê ji weşanxaneya DO, doyayinlari@hotmail.com bixwazin.EuroKurd News/ Stockholm

Nerîna min :