Polîtîk

Peyama sersaxiyê ya hikûmeta Rûsyayê gihand Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 10.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsyayê li Îraqê û şandeya pê re ku ji; Viktor Sîmakov Konsulê giştiyê Rûsyayê li Hewlêrê, Mend Andre şîretmendê balyozxaneya wî welatî, Sergey Petrov serokê Kompaniya Gazprom-Neft li Rojhilata Navîn û Olig Belgin rêvebirê ofîsa Hewlêrê ya Kompaniya Gazprom pêkatibû, kir.Di civînekê de, şandeya mêvan peyama xwe û ya hikûmeta Rûsyayê ya sersaxiyê, ji bo wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, gihand Nêçîrvan Barzanî. Paşî behsa têkeliyên navbera Moskova û Hewlêrê kir û berheviya welatê xwe xwe ji bo zêdetir pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de nîşan de û dilxweşiya xwe jî li hember pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo serdanê û pêşkeşkirina peyama sersaxiyê, sipasiya şandeya mêvan kir û  got ku hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi têkeliyên bi Rûsyayê re didin û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di ware aborî de, nîşan de û hemû hêsankarî jî ji bo sermayedarên rûsyayî nîşan da ku li Herêma Kurdistanê weberhemanînê bikin.Rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên peywendîdar birewşa Îraqê çend mijarên din yên rojeva civînê bûn.

Back to top button