Civak

Peyama Serok Barzanî

Serok Mesûd Barzanî, bi minasibeta hatina cejina Remezana pîroz, cejina hemû misilmanên Kurdistanê li her cîyekî li cîhanê bin pîroz dike û ji Xwedayê mezin daxwaz dike ku rojo û îbadeta wan qebûl bike û cejineke bi aramî û xweşî derbas bikin.Serok Barzanî di peyama xwe de cejina malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê û hêzên Asayîşa Kurdistanê pîroz dike.Teksta peyama serok Barzanî:Bi navê Xwedayê mezin û mîhrebanHatina cejina Remezana pîroz li hemû misilmanên xweşitvî yên Kurdistan, li her dera cîhanê bin, pîroz be.Pîrozbahiyên gerim li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyê mêrxasên Kurdistanê û hêzên navxwe yên Asayîşê be.Rojo û îbadeta we qebûl be û cejineke tejî aramî û şadî derbas bikin.Mesûd Barzanî14.06.2018

Back to top button