Civak

Peyama hikûmeta Kurdistanê

Bi boneya hatina cejina Remezana pîroz, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê cejian hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike.Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bi taybetî cejnê li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxasên Kurdistanê pîroz dike û hêvî dike ku ev cejin bibe hêvênê xêr û xweşiyê ji her kesî û palderek be ku ji bona bidestveanîna aramî, aşitî û jiyaneke xweş jib o gelê me hemû alî bicidî bixebitin.Teksta peyama civata wezîran:Bi helkeftina hatina cejina Remezana pîroz , em germitirîn pîrozbahiya li tevaya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikin, em pîrozbahiyeke taybet li malbatên serbilindên şehîdan û pêşmergeyên mêrxas dikin.Em hêvîdar in ev cejine ji bo hemûyan hêvênê xêr û xweşî be û palderek be ku hemû alî bi armancên biratî û yekrêziyê ji bo bidestvehanîna aramî, aşitî û xweşjiyaniyê ji bo gelê me bi cidî bixebitin.Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Back to top button