Parlementoyê di derbarê serokatiya herêmê de biryar da

Parlementoyê di derbarê serokatiya herêmê de biryar da

Parlementoya Kurdistanê di civîna xwe de biryar da ku, serkatiya Herêma Kurdistanê di dema niha de bê cemidandin û  Îlona 2018ê tenê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê bête kirin.Wek tê zanîn piştî serokê Kurdistanê Mesud Barzani, nexwest dema serokatiyê bê dirêj kirin û xwe da aliyekî, desthilatdariya serokatiyê li serokwezîrîyê, li parlementoyê û dezgehê dadweriyê hatibûn belavkirin.Biryar bû ku hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê bi hevre bêne kirin. Di civîna xwe de parlementoyê biryar da ku tenê hilbijartinên parlementoyê çêbibin.Dê parlementoya nû bê hilbijartin biryarê li ser rewşa serokatiya herêmê bide.

1 Comment
  1. Serokahîya Herêma Kurdistanê heger ji dest Barzanî an ku Partî bikeve Sîstem li Herêmê,Serokahî bet an ku Perlemanî betin Qedera Herêma Kurdistanê, dikeve destê Îranê!Herêm dibet Herêmek bê netewe.Qasim Suleymanî, Qimandarê Feyleqa El Qidis,ya Artêşa Îranî,vê Plana meluon bi Rêya Partîyên Suleymanîyê dajo.Yê ku vê Planê an cihê vê Planê lê tedbîq dibetin maxibin Perlemana Kurdistanê ye her wisa li Paytextê Herêmê ye! Ema ku Partî haya xwe ji Planê heye bi sîyasî û bi zanebûn rewşê kontirol dikti demê dirêj diketin da ku Qasum Suleymanî,tê bigehe ku îdî nikare Suleymanîyê ji Hewlêrê cuda biket. ya ne bê tirse..Ya rast ewe ku Mesûd Barzanî neçare ku Kursîya Serokahîyê nedet dest yalîyên ku Kursîyîya neteweyî bi serê neteweya Kurd de bişkînin.Heta bi nêhe kes newêre xwe nêzîkî vê meqamî biket.Ewjî, pir giringe! Muhemed Dewran

Nerîna min :

%d bloggers like this: