Cîhan

Parlemento nikare encamê hilbijartina hilweşîne

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê di konferansek rojnemevanî de axivî û behsa encama dengdanên parlementoya Iraqê kir.Ebadî dibêje: Ne hikûmet û ne jî parlamentoya wî welatî nikarin encamên hilbijartina parlamenî ya 12ê Gulanê hilweşînin.Tenê dadgeha federalî dikare biryar bide, ku hilbijartin were dubarekirin û ew yek ji desthilatê hikûmet û parlamentoyê nîne.Berdewaiya axavtina xwe de Ebadî got: Erkê hikûmetê parastina dengên dengderan û rênedan bi pêlîstina wan di çarçoveya desthilata hikûmetê de ye. Em daxwaz ji aliyên siyasî jî dikin, ku pabendî aliyên yasayî û bingehîn bin û ji zimanê alozkirinê dûr bikevin û hewlên li ser seqamgîriya proseya siyasî û hilbijartinan zêde bikin û berê xwe bidin pêşerojê û pêkanîna hikûmeta nû.Ebadî diderbarê şewitandina avahiya ku deng lê hatîn parastin de jî dibêje:“Li gorî raporta destpêkê ku piştî lêkolînan gihîştiye destê me, agir bi qestî bûye, du belge jî li ser qestîbûna wî agirî heye, ya yekem şûnwarê benzene heye, xala duyem jî ev e, ku agir li cihekî diyarkirî nebûye û belav bûbe, li çend cihan dest pê kiriye. Ev agir ne qeza û qeder e, hûn dizanin agirê qeza û qederê li cihekê pêdibe û piştre belav dibe.

Back to top button