Cîhan

Netenyahu: Erdogan pişgiriya rêxistinek terorist dike

Piştî Amerika balyozxaneya xwe bir Qudsê û li Gazeyê xelkê di pêşkêşiya rêxistina hemmasê de xwepêşandan kirin. Di van xwepêşandanan de kuştî û birîndar çêbûn.Li ser vê bûyerê serokkomarê Tirkiye Erdogan, gelek bi tund dijê Îsrail axivî û di vê derbarê de bi dijitiya Îsrail gelek hevdîtin bi rêya telafona pêkanin.Erdogan Îsrail wek dewletek terorist nav kir û da xûyakirin ku Hemmas rêxistinek ya berxwedanêye. Tirkiye balyozê Îsrail derxist derve li ser vê yekê Îsrail jî bersiva wan da û balyozê Tirka rêkir Enqere.Li ser vê helwesta Tirkiye û gotinê Erdogan serokwezîrê Îsrail Netenyahu bersiva Erdogan da û got: Kesek ku li Tirkiye û Sûriye destê wî bi xwîna hejmareke zêde ya Kurdan sor bûye, kesê herî dawî ye ku dersa exlaqê şer bide me. Erdogan yek ji piştîvanê herî mezin ê Hemasê ye. Bêguman ew bi xwe bi baştirîn şêwaz wateya teror û komkujiyê fam dike. Pêşniyar dikim dersa exlaq nede me.

Back to top button