CîhanDosya

Nêçîrvan Barzanî behsa naveroka dîdar û civînên xwe yên li Davosê dike

Li Davosê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di preskonferensekê de behsa kar û çalakiyên xwe di çarçoveya Korbenda Aboriya Cîhanî de û ew dîdar û civînên bi mezine berpirsên welatên cîhanî re pêkanîne kir û bersiva pirsên rojnamevanan da:Civînên hatine saz kirinDi çarçoveya konferensa Davosê de, me komeke civînan pêkanîn û civîneke kurt digel cenabê birêz Heyder Rbadî serokwezîrê Îraqê û îro jî em digel wezîrê derve yê Amerkayê civiyan.Di van civînan de ku du civînên giring bûn, behsa wan karan hat kirin yên ku heta niha hatine encamdan. Me behsa kar û çalakiyên wan komîteyan kir  ku di navbera her du aliyan de hatine damezrandin ku behsa pirsa balefirxaneyan, miaş û deriyên ser tixûb kirine. Her di wê civînê de biryar hat dan civîneke taybet li ser pirsa neftê bê encam dan ku duhî bi şev ew civîn di navbera her du aliyan de hat saz kirin û li ser wê yekê lihev kirin ku heftiya bê civîneke din di navbera wan de bê encam dan daku bigihin çareseriyekê. Çênabe bê çaverêkirin ku di nava şev û rojekê de hemû pirsgirêk bi yekcarî bên çareser kirin, ji ber ku pirsgirêk mezinin, lê bi baweriya min ji niha hata hilbijartinan dikare hindek pirsên giring weke vekirina balefirxaneyan û çareserkirina pirsa miaşa bên çareser kirin.Programa şandeya balaya Herêma KurdistanêSibê roja 26.01.2018ê jî programa me berdewam dibe û dê me hindek civîn hebin. Rojane me civîn hene, lê em niha nizanên ka dê sibê civîn bi kê re hebe. Bi awayekî giştî civînên me gelek baş bûn. Ev konferense derfeteke em digel aliyên din, welatên ewropayî û beşdarên din yên konferensê civînan pêk bînin. Nayê çaverêkirin tiştek giring jê dirust bibe, lê hewileke em dîtin û helwesta xwe bi wa re zelal bikin.Daxuyaniya ofîsa Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraq gowaye digel Herêma Kurdistanê lihev kiriye berhema nefta Herêma Kurdistanê bike destê kompaniya SOMO:Ev timam ji rastiyê dûr e û me ew pirs dige wan behis nekiriye.  Me gazinde ji wan kir ku diviya bû bi wî awayî ew daxuyanî  neweşandibaye, ji be rku, bi rastî, me ew pirs behis nekiribû. Gelek mixabin ku bi wî awayî ew daxuyanî weşand. Helwesta me gelek zelale; Herêma Kurdistanê dixwaze wan pirsan di çarçoveya destûra Îraqê de çareserî jê re bên dîtin û me hertim gotiye û niha jî dibêjîn û me digel Heyder Ebadî jî bi heman awayî xeber daye.Civîna digel wezîrê derve yê AmerîkayêCivîna me digel wezîrê derve yê Amerîkayê giring bû û me behsa civîna xwe ya li Bexdayê û ew gavên digel Bexdayê heta niha hatine avêtin kir û wî jî got ku ev derfetek başe hetaku paşî ew jî van pirsan digel Bexdayê behis bikin û hêviya wî ew bû em bi hev re bigihn encamek baş.

Back to top button