Hevpeyvîn

Naveroka preskonferensa serokwezîr li ser bûyerên qewimîn

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 23.10.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel wezîrê navxwe, waliyê Hewlêrê û rêvebirê asayîşa giştî û aliyên peywedîdar civiya û di civînê de rewşa koçberên bajarê Kerkûkê û deverên din yên Herêma Kurdistanê yên ji ber van bûerên dawiyê ji tirsa êrîşên Heşda Şabî û arteşa Îraqê ber bi bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmnaiyê ve hatine gotûbêj kir.Piştî civînê, serokwezîrê Kurdistanê di preskonferensekê de behsa naveroka civînê kir û bersiva pirsên mediyayê da û got ku wan di civînê de behsa rewşa koçberên Kerkûk û bajarên din û mihtacî û pirsgirêkên koçberan û çewaniya çareserkirina wan arîşe û giriftan kir.Serokwezîr sipasiya xelkê Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kir ku, bi hemû îmkanên xwe hevkarî û alîkariya koçberên Kerkûk û derdûra wê kirin û bi taybetî sipasiya xelkê Hewlêrê kir .Barzanî diyar kir ku hijmara hatina koçberan ji bajarek bo bajarek din cuda ye û berdewam guhartin bi ser wê jimarê de tê, li gor zaniyariyan nêzîkî 150 hezar kes koçber bûne û di civînê de ew yek hat gotûbêj kirina ka çawa rewşek minasib ji bona vegera wan koçberan bê amade kirin. Neteweyên Yekgirtî jî ji bo alîkarîkirina wan koçberan berheviya xwe nîşan daye.Di bersiva pirsekê de li dor destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de serokwezîr got ku, Helwesta hikûmeta Kurdistanê eşkereye ku dixwaze hemû pirsgirêkan digel Bexdayê di çarçoveya destûra Îraqê de çareser bike û hem welatên bitanî, Ayetulah Elî Sîstanî û hem şexsê Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê jî daxwaza diyalogê kiriye:- Heta niha dema hinartina şandeya Herêma Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyar kirin û em li benda bersiva Bexdayê ne û her dema Bexda amade be em ji bo destpêkirina danûstaninên cidî û vekirina rûpelek nû bi Bexdayê re amadene ku hemû pirsgirêkan di çarçoveya destûra Îraqê bi Bexdayê re çareser bikin. Lê pirsgirêka mezin eve ku hêşta Îraq li hindek deveran operasyonên leşkerî encam dide û, mixabin, ev yek jî bandorê li ser asayîş û aramiya deverê dike û dibe sedema xetimandina diyalogê.Di bersiva pirsekê de li ser pêkanîna hikûmeteke rizgariya niştimanî û hilweşandina seroaktiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî got:- Piraniya aliyên siyasiyên Kurdistanê di hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê de beşdar in, heta niha hûrgiliyên pêkanîna hikûmeteke rizgariya niştimanî negihiştine me û me bi tenê bi rêya mediyayê bihîstiye. Her aliyek bixwaze li ser vê pirsê biaxive dikare peywendiyê bi me bike û gotûbêjê li ser vê pirsê bikin.- Cenabê serok Barzanî beriya niha jî gelek caran ragehanidye ku ew xwe ji bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê kandîd nake û dema yasayî bi dawî hatiye. Çend pirsên giring hebûn wisa kir ew li ser posta xwe berdewam be, yek ji wan jî cenga dijî DAÎŞê bû ku şerekî mezin bû û nedikra di wê dema hesas de cenabê serok Barzanî dest ji posta xwe berde. Bêguman, cenabê serok naxwaze ew yasa ê rêsayên li Herêma Kurdistanê hene bişkîne û ew hûrmetê ji wan yasa û qanûna re digire û bi cî dike, vêça xelk ji xwe re çi dibêjin ew pirsek din e.Serowkezîrê Kurdistanê di axavtina xwe de got ku, rewşa Herêma Kurdistanê baş dibe û gelê Kurdistanê rewşên ji vê xerpatir dîtine û derbas kirine. Di vê rewşê de ya giring yekrêzî û yekhelwestiya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan ve ye, bi taybetî hêzên siysiyên Herêma Kurdistanê divê rêgiriyê li wan kesan bigirin yên dixwazin navmala kurdan tevlîhev bikin û rewşê têkbidin, ne dema vê yekê ye, dem dema yekrêzî û yekgirtinê ye, bi yekrêziyê û yekdengiyê gelê Kurdistanê dê bikaribe rûbirûyê hemû pirsgirêkan bibe û vê qonaxa dijwar jî derbas bike.- Niha ne dema wê ye em hev du tawanbar bikin, di vê rewşê de çênabe bi tu awayî em hev du tawanbar bikin, dema yekrêzî û kodengiyê ye, divê em hemû bi hev re kar bikin û vê qonaxê derbas bikin. Ya ku qewimî bila ji bo qonaxek din bimîne, hîngê bila lêkolînvan û dîroknivîs lêkolînê li ser wan bûyeran bikin û eşkere bikin ka ew rewş çawa bûye. Me gelek axavtin hene em li ser van bûyeran bêjin, lê niha ji bona derbaskirina vê qonaxa dijwar, divê me îradeyeke bihêz û yekgirtî hebe .Serokwezîr got ku ew pêşwaziyê li helwesta Rûsyayê dike û ew girêbestên bi kompaniyên rûsî re hatine êmza kirin girêbestên aborî ne û tu peywendî bi pirsên sisyasî ve nîne, kompaniyên rûsî jî weke her kompaniyeke din hatine li herêma Kurdistanê învestkariyê bikin û ew li gor qanûn û di çarçoveya destûra Îraqê û ew mafên bi Herêma Kurdistanê dane kar dikin. Civaka navdewletî piştgiriya Herêma Kurdistanê dike ku di çarçoveya destûra Îraqê de pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bikin, Herêma Kurdistanê jî vê yelkê dixwaze.

Back to top button