Min Dît û Nabêjim (Roman)

Min Dît û Nabêjim (Roman)

Silêman ÇakirTemenê mirov dema ser bi ser di zîndan û sirgûne de derbas bibê, dert û elem pir giranin.Mîne bîre qederê tim bu pare malbata min,zîndan,sirgûn û qetil kirin..Dema xalê min ez dîtim eşq û keder ketin nav hevdû. Ku xwarzîyê min xema meke wê ev jî derbas bibin.Rehmetîyê kûrê wî ciwan û di kemlana xwede û bavê dû zaroke bi wahşetî qetil bûbû  û jibon wî mûebet zîndan kirin di xwestin.(cîyê we behişt bê xalo Mahmud û kûr xal Ebdurrehman Aslan).Zîndane Mêrdînê, girtî yê wê tim gelekin, ev jî tiştekî gelek bâlkêşe.Bi destê min girt û gote rêberê zîndanê ku serkêş efendî xwarzîyê min û zavê mine wî bide qoxuşe me. Serkêş efendi ku ser çava û ser sera xalê min.Em tevde çûne qoxuşe û di demeke kinde bu mîne roje cejnê. Gelek girtî hatin jibon zîyaret û derbas bûnê. Çend xort xizmet di kirin û ji çayê, qahwe û fêkî û cixare îkram kirin.Piştre jibon min cîh dîyar kirin.xwarine zîndanê ya tirşik bu an jî meqerne bû, di nav de sedî sed pîslike cirde û mişke hebû. Bihamedê şernexî ku xalo Mahmud em şîvê çi çêbikin?Ku tu zanê. .Laşek goştê berxike xwestin û di firnê de dane biraştin û li cem savar û selete û dew amede kirin.Wextê şîvê bû. Sifrî danîn û em rûniştin ser sifrîyê, me xwarin xwar û dest bi sohbetê bû. Xortekî  ji xwedîyê role zorê cûda bûbû ee jî liwir bû, dîse peznê wa da.Min yek pirs jê kir.Min ku hûn çime Kurde qetil dikin,ku Kurdê em di kûjin xayînin,civak tevde pê kenîn dema ku civak pê kenî aciz bû û rabû çû li qozîyekê runişt…30/09/2018’de hilbijartine, Lê divabê em tevde xweş zanibin roj roje hebûn û tunebunêye. Em kârin carek din,Dîroke Gel û welatê xwe diber çavde derbas bikin û ji Dîrokê pênç hezar salî  (5000) biryareke esasî jê derbinin.Em werin nêzîk û çend mîne bidin.Gelo Şêx Ebdûlselam Barzanî û şexsîyetê ku bi darve bûn û şehîdê welat ,eger saxbune wî çi ji Kurde bi xwazin?Bawerim wî bêjin ji mafê xwere xwedî derkevin û Azad bibin.1946 de wek îro kê doze Gelê Kûrd parast û kê xîyanet kir ji xwe dîyare. Gotineke serok Mesûd Mistefa Barzani xweş heye dibêjê eger Cîhan tevde peştevanîye me bikê, em zilmê li tu kesî nakin,an jî Cîhan tevde lime bibê yek em dev ji mafê xwe ber nadin jibon ku mafê me rewaye.Qatlîam û Enfal û fermanê liser serê Gelê Kûrd pêk hatîye, li cîhanê bê mîneye. Bersive herî Dîrokî serkeftine PDK’ye. Dema 30/09/2018 de PDK biserket wê di Dîrokê de pelekî nû vebê û Cîhan tevde wê hurmetê ji Gelê Kûrd re bigrê. Ji xwe serkeftin hey wê pêk bê, lê divabê bi dengekî gelek bilind serkeftin pêk werê, jibon ku Dîrok nûjen bi esasî bê nîvisandin, Gelê Kûrd dengê xwe bidê PDK.Dema PDK bi serket wê li çar dorê welat û Cîhanê derîyê Azadîyê ji Gelê Kurd re vebin.25/09/2017 de Gelê Kurd di refarandumê de gave Dîrokî avêt, cahş,neyar û xêrnexwazê Gelê Kurd har û dîn bûn û dest bi lîstike kirin,lê pêşmergê qehreman dibin serokâtîye serok Mesûd Mistefa Barzani de xeyalê wayî bi gemar derxistin valebunê û ne gihiştin meremê xwe.Bê çawa Gelê Kûrd di referandomê de gava dîrokî pêk anî, wê 30/09/2018’de di hilbijartinê de gave dîrokî a dûyem bavê jê û PDK di rêza yekemde bi ser bi kevê.Ji neha de jibon Gelê Kurd re ev serkeftine dîrokî pîroz bê ,bibê minasebeta Azadîyê û jîyaneke aramî. Wext dikete payîzê. Dilê min çar kopal lê dide, Malbat û hâl wext çawaye gelo,bavo di çi hâlî de ye.Gelo wê min berdin?Kârê minî mamostetîyê wê çawa bê? Ev zilm û zordestîye liser Gel û welatê min wê kengî xilas bibê? Min tim ev pirs ji xwe di pirsîn û bersiv ez ne di rawitandim.Zîndane Mêrdîn’ê ez gelek care êsîr kirim.li jor ezman bu û erd beton bu.Qaxuş teng û hewş ne bes bûn jibona jîyaneke aramî. Dema ez derkevim hâl û wextê xalo û Kurdê girtî wê çawa bê. Ez li ber şibakê runiştibum û min li çîyayê newale qûtê meyze dikir. Min dî xortek hat û ku xalê te bandikê te,dibê mêvan hene û ji zîndane Amedê hatine. Ez daketim jêr û çûme qaxuşê. Rast bû, mêvan hatibûn, ji bin Emrê CO derketibun, lê reh liwa nemabu. brêz  (B.S.) û çendekî dî ji bajarê Zeynel Abîddîn bûn, welatîyê Selmanî Kurdî bûn. Ji warê Lerî û Lorî bûn. Cîranê girnewas û silotkîne mirade bûn.Min bi xêr hatin dayî wa û gotin birazîyê te (D. Ç) baş bu .Ez hinekî rehet bûm, min ku malî ava jibon ku we di derheqê birazîyê min de ez agahdar kirim.Bêje wê Şevê em raneketin. Di dawî de gardîyan hat û bankire min, ku sibe tu derdikevê dadgehê. Min ku tu saxbê. Roj hat û ez derketim dadgeha Mêrdînê. Selce vebû û pirsîn û min jî bersiv da. Çend seatte berdewam kir û biryar dan.Gotin em te di berdin. ..Leşker em xistin cemsa leşkerî û em anîne zîndanê. Ber êvar kî bû, xalê min û girtîye ez pîroz kirim,min gote rêberê zîndanê divabê hûn min berdin. …..Dil dibû çend parçe, ez di çûm û xal di mayî,  rewşa dawî wê çawa bê gelo?Min di xwest wê Şevê jî mêvanê zîndanê bimînim,lê gelo çiqas raste nizanim,ev pirs di serê minde wextekî çû û hat.Di wê dema kinde gardîyan hat bankire min,ku were em te di berdin. Wext şev û reş ketibû erdê, dema gardîyan wisa got xalo û braderê qaxuşê tevde li hevdû meyzekirin.Ser navê tevde xalo ku biçe, lê hey ji xwe hebe. Min ne xwest bi şev derkevim,lê dema gotin bu yek ez mecbûr mam.Min dest bi xatir kir û destê xalê xwe maçkir û derketim ji zîndanê. Dema hatim ber derîyê derve ez mame sekinî, ne wesayît hebû û ne kesek.Ez hinekî tefekûr bûm û min biryare xwe da.Ez bi wesayîte bajêr çûme geraje ku wesayît diçin bajarê Selmanî Kurdî. Dema ez gihiştim gerajê nasekî delal hate cem min û ku ma xêre tu vê Şevê livir bi tenê? Tu çî xwe di gerê. Ez kenîm,ku çibû? Min kû ez neha ji zîndanê derketim.Dema min wisa got ku wey gelek derbasî bê, de vêce Emrê xwe kerem bike.Min ku na,ne emir wek ricake min heye, ezê biçim bajarê me.Ku ji xwe ez jî diçim,rêwingî nînin,lê tu heyî bese. Ew mirovê delal hevalekî minî bajovanbû  (B.E.D.).Ku siwar bibe, em diçin.Ez siwar bûm û em meşîn.Şev,ji Şeve payîzê. Rêçke em têde di hatin milek sînorê di nav dû parçê Kurdistan de bû û milek deşta bajerê Lerî û Lorî temam dikir û berdewam bû di çû çîyayê bilind.Mayîn di navbera çar sînorê dilê Kurde de ev heye ku bi sed sale berdewame.Bajovan ku hey ji xwe hebe, cahşê welatê me tim çav xerabin.Me li sitranê hozanê netew şivan perwer gûhdar dikir û em di hatin. Dema ku “”Min bêrîye te kirye”axîn dikete dil û derne diket. Bajovan pirsî ku xalo Mahmud çawa bu,min ku her pirsyarê dixwaz re silav hene,serpê hatîke wayî bâlkêş heye.Xalo wextekî tê berdan û piştre biryar di derheqê tê danîn dibêjin wî bigrin…Wê wî girin û zîndan bikin heta temenê talî. Ew jî ligor xwe biryarekê didê. Xanîyê xwe difroşê û xatir ji malbatê di xwazê û wê biçê metropolê, bê heta xwadayê mezin çareserîyekê bînê.Li taqsîyê siwar dibê û wê biçê bajarê Marîye û Lerî, Lorî û jiwir wê siwar bibê biçê metropolê. Lê di xwazê destmêj bigrê û derkevê ser rêçkâ xwe.Dema di xwazê destmêj bigre û dest û rûyê xwe bibihêrê ceketê xwe ser xwere di daleqênê, dît tên cekêt û tiştê têde tevde di dizin û di revîn. Piştî xilaskirine destmêj û dest û rû bihartinê radibê ku ceketê xwe ragirê û li xwe bikê. Meyze dikê ku cekêt tûneye. .piştî vê aqîbeta xerab dibêjê ên cem xwe,dibê ezê biçim dadgehê teslîm bibim.Dema diçê dadgehê parêzer tê mizgînî yê didîyê û dibê hûn beraat bûn.Min û bajovanê delal xatir ji.hevdû xwest û ew vegerîye bajêr ez çûme malê. ..Hasret û hêvî tim li cem hevdû di dilê Kurde de hêlîn çêkirine. Mirov dema bindest û bê jar bê tim birîndare. Ez gihiştim ber derî hinekî sekinîm.Gelo bavo û malbat çi dikin û dema min bibînin wê çi bêjin.Min gelek meraq kir û min li derî xist.Kezî zera delal keçkâ minî mezin derî vekir.Dema ku ez dîtim xwe avête ber sînga min û herdû destê xwe limin pêça. Min xiste bin çengè xwede û çûme destê bavo..Ku wey sedhezar şikir ji Xwadayê mezin re ku vê carê jî me hevdû dît. Me tevde hevdû himbêz kir û me li hevdû pirsî. Bavo ku ma xalê te û ên licem çawa bûn. Min ku silav hene jibon we tevde ku ser çava.Ji gûndîye kê his kir hatin jibon bi xêrhatinê. Lê yek jî malbatê kêm bu,ew jî dayîke dilovan bû. Min gelek bêrîye wê kiribû û bavo jibon wê tim xemgîn bû. Şev behêrk xilas bû û mêvan tevde çûn. Min gote bavo were em tevde biçin tu bi tenê dimînê ne xweşe ku na. Min çiqas got wî ku na…Piştre em raketin û serê sibehê em zû rabûn û me xwe amede kir jibon çûne bajarê Emê gozê. ..Hasret û hêvî tim li cem hevdû di dilê Kurde de hêlîn çêkirine. Mirov dema bindest û bê jar bê tim birîndare. Ez gihiştim ber derî hinekî sekinîm.Gelo bavo û malbat çi dikin û dema min bibînin wê çi bêjin.Min gelek meraq kir û min li derî xist.Kezî zera delal keçkâ minî mezin derî vekir.Dema ku ez dîtim xwe avête ber sînga min û herdû destê xwe limin pêça. Min xiste bin çengè xwede û çûme destê bavo..Ku wey sedhezar şikir ji Xwadayê mezin re ku vê carê jî me hevdû dît. Me tevde hevdû himbêz kir û me li hevdû pirsî. Bavo ku ma xalê te û ên licem çawa bûn. Min ku silav hene jibon we tevde ku ser çava.Ji gûndîye kê his kir hatin jibon bi xêrhatinê. Lê yek jî malbatê kêm bu,ew jî dayîke dilovan bû. Min gelek bêrîye wê kiribû û bavo jibon wê tim xemgîn bû. Şev behêrk xilas bû û mêvan tevde çûn. Min gote bavo were em tevde biçin tu bi tenê dimînê ne xweşe ku na. Min çiqas got wî ku na…Piştre em raketin û serê sibehê em zû rabûn û me xwe amede kir jibon çûne bajarê Emê gozê. … Dewam dike..  

Nerîna min :