Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir 13-14 Îlonê ye, felek dîse bêbext derket.Bext reşî ye wê bi zilm û bu pare Kûrd de.Tirs û umud liber hevdû didan.Leşker xwe qehreman di dît, ne digot ez zilmê li Gelê xwe dikim..Zan dikir di herbe cîhanê de ye û li himberî zordestîyê şer dikê. .Gelo zanîbû li himberê Gelekî mazlum û bi zorê zordestîyê dikê? Em di revîn û wî zirt dikirin,min meyzekir ku em di Gelî yê şamê de derketin û li şikefte Bedîo ne..Bê nan û bê av…Dema Bedîo em dîtin mîne qehremane em pêşwazî kirin..Dest û dawê xwe dayî hevdû û jimere xwarin anî. Me li hâlê hevdû pirsî û pirs kir jibon wî hâlê em têde.Min mesele jê re got,heya wî jî darbe leşkerî nebû. Ku bi serê min û te, de werin vadere, ezê wa bidim ber fîşeke…Piştî wextekî ku me licem derbas kir, em rabûn û me xatir xwest û me xwe berda Newalê. ..Leşker ser bi ser ew çîye îşgal kiribûn. .Bû êvar û vegerîye qişla xwe,lê Gelê gûnd perîşan kiribû, ji piçûk heta bi mezin û jine. ..Wey bavo ,wê çawa bê halê me Kurde,dayîk di girîn û bav di xem kederê de bûn. Dema em vegerîyene gûnd hene ke girîng hebû. Min cesaret nekir ku çibû û çi jiwe kirin bi pirsim..Bavo bankire min ku,piştî hûn derketin ji gûnd bî wextekî girtin ser malê, mîne gûrê har bûn. Tevlî pîtone ketin xanîyê, li derî jî ne di xistin. .Xwadê bela xwe bidê vî (K.E)nî.Li vî û tiştê me hemû li nav hevdû xistin û malê gûndîye tar û mar kirin.Digotin hûn tevde terorrîstin, çek û silehe derxin ,emê îro rehê we bistînin. ..Piştî ku li malê gerîyen em tevde daxistin binya gûnd cem dibîstanê.Zarok dane ber qamçîye jime dur xistin, piştre jin dane ber pehîne û xistin dibîstanê. Dor hate me zilame,em xistin rêz û bi dorê lime mîne mirov li kerê siwar bibê lime siwar bûn. Heta em ji hâlê xwe ketin,dest bi lê danê kirin,gelek verîşîyen û dilê geleke êşîye. .Parsûyê geleke şikestin û ji hiş ketin.Êdî min hew tehamûl kir,ez çûme cem fermandarê wa min ku êdî bese,em ne êsîr û ne qatîlin, Gawur tiştê tu dikê bi misilmane nekirîye, derdê te çîye,mirovê jime hiz nakin hene û bi wira tiştin ji tere gotine, tu jî liwa gûhdar dikê. ..Eger tu vê eşkencê berdewam bikê, ezê bêjim gûndîye û emê îsyan bikin,bê xwedê dayî dayîke kê jime…Dema min wisa got gûndîye tevde xistin qîrênî û fermandar hebitî, gote leşkerê xwe ku rawistin…Piştre çendek ji gûndîye sitandin cem xwe ú çûn. …BERDEWAME. …Ewrekî reş girtibu ser dilê Gelê Kûrd. Ji fermanê wirdetir bu zilme ku di dema 12 Îlonê 1980 ‘de.Mirov nizanê çawa şîrove bikê. Bavo Kesereke kûr kişand û ku tu çi tefekûr dibê? Min kû meraqe neke,ezê sibe biçim ser kârê xweyî mamomestîyê.Ez li bajarê Emê gozê û Koçero di xebitim..Ku tê çawa biçê? Rê girtîne û qontrol heye. .Min ku ezê di milê çîyêde biçim,çîyayê me sitare me ne. Ku rast,lê di rojekê de,tê bigihijê, min ku xema meke,ezê çawa biçim ez zanim,lê hûn hey ji xwe hebin.Ji wa metirsin,yêkîtîye gûnd mihîme, qontrollê ji dest ne berdin û bere Heroj dû gûndî nobetê bigrin,bi dorê û heyjê hebin di nav wede xaîn dernekevin. ..Ku raste,roja dîtir min xatir xwest û serê sibehê ez derketim ser rêçkâ ava sipî. Çîye û çîye ez çûm, heta ez gihiştim serê ava spî, jiwir li motorsiklêtekî siwar bûm û çûme bajarê Midya, êdî wesayît hebú. Siwar bûm çûme Heskîfê û jiwir çûme Êlih, ji Êlih derbasî bajarê Bişarê Çeto bûm, min xwe amede kir û bankire bajovan Yaşar û ez bi wesayîte xwe birim gûndê Hecî Ebdirrehman  (Gedûkê )…Rexekî dil li ser Malbat rewşa bav û dayîkê bû, rexek liser rewşa Gel û zilm û hovîtîye ku pêk dihat liser Gelê min. Dema bajovan Yaşar ez birim gûnd gelekî liser min meraq dikir,zanîbû ku ezê liser tiştne ezîyetê bikşînim..Dema ez ji wesayîtê daketim ku mamoste gelek li xwe miqatebe, min zor spasîye wî kir ez meşîm çûme gûnd, ew jî vegerîye bajêr…Ez gihiştime gûnd û min li male mixtar pirsî. Xortekî ku mixtar nasê mîne, ez birim û li derî xist,keçeke ciwan derket ku kerem bike,Ez Kûrd bûm û ew jî keçeke Kûrd bu. Min ku delalle hêja mixtar li male? Ku belê ez benî. Berdewam kir û ku hûn kîne pirse eybê ger nebê? Min xwe dayî nasandin, dema min bersiva wê dayî gelek dilxweş bu û hên li derve bankire mixtar ku yabo mêvan hene…Ez bi zanetî çûme male mixtar,li gûnd çi çîye, hindik gelek ez agahdar bû bûm. Ji xeynî min dû Mamoste li wî gûndî hebún. Piştî xanim xan bankire mixtar ,hat û ez pêşwazî kirim…Jibon ez mamostekî Kûrd bûm kêfa wî hat..Ez Dawetî malê kirim,em ketin hindurú û em rûniştin. .Di wextekî kurt de xwarin anîn û me piştî xwarin xwar çayê hat…Min xwedabû nas,min jî mixtar rica kir ku em biçin dibîstanê. Ku başe em biçin,dayî pêşîye min û em meşîn,serê awil ku bide pêşîye min,min ku ev di ehlaqê me Kurda de tiştekî ne raste, hûn jimin mestir in û di dewsa xalê mindene, gelek memnun bú û em gihiştin dibîstanê .Dû şexis liber derîyê lojmanê runiştibun, min tar silav dayî wa û wa jî Bersiva mixtar dan û jiber rabûn. Merheba bûn min û wa dayî hevdû, min xwe dayî naskirin.Mixtar jî ku xwarzîyê mine. Dema wisa got ên ji Antalya dibin çavde limin meyzekir,min fahm kir ku kêfa wî jiminre nehat,min jî di dilê xwede ku Xwedê zanê, ez û vîna emê li hevdû nekin. Ez xort û zîrek û hişyarim, cilê liser min ne resmîne, yek jî Enqera bû, yek jî wek min got,ji bajarê Entalya bû.Wextekî lezîz bû li Gûndê Gedûkê. Mamoste (M.E.K) dû kursî anîn em rûniştin, Lê hênjî dibin çava de limin meyze dikir.Min qaraname xwe dayî dest.Min ku mamoste îro  nivîse min a ku min  dest bi kârê xwe kirîye bi nivîs, ku temam.Piştî em hinekî rûniştin, mixtar ku em rabin,Mamoste îşev mêvanê mîne û ku heta biçê malbata xwe bînê wê li cem min bê. Çiqas ecêbe her dû Mamoste deng dernexistin, ne gotin na bere mêvanê me bi mîne. Ez gelek aciz búm, lê min ku bere neha bi mîne. ..Ez û mamê mixtar rabûn û çûne mala wa.Gûnd texrîben 50 -60 Malbat bûn. Nêvî Êzîdîyê Kûrd bûn, nêvî Kurdê Misilman bûn.Bû êvar û me şîv xwar û piştî şîvê gûndî hatin civakê. .Gelek kêfa wa dihat ku ê weke Mamostekî Kûrd hatim. Gundê wa..Çaxê ez gihiştim Êlîh ,ez li merkeze bajêr daketim.Min xwest ez jî cîyê ez lê derbas bibim milê caddê ên dîtir,cadde ji herî yê dagirtî bû, lê min zan kir ku hişke, dema min lingê xwe avêt heta bi kâba min ez Ketim nav herî yê.Di wê demêde û berî hinganê di nav eşîre Reman û PKK de şerekî gelek xerab hebû, kî malbata male Emîn Kurdê welat parêzin..Eşîre wa tevde,Emînê Ehmed ji alîyê dîtir ve qetil bû. .Wer hasil li male mixtar gûndîye dest bi sohbetê kir..Heta wextê xewê. .Piştre xatir xwestin û çûn em jì raketin..Sibehî ez rabûm û çûme dibîstanê ser kârê xwe…Mamoste û xwendevan tevde hatin me dest bi merasimê kir,mamoste ên ku li rêbertîyê meyze dikir,ez bi şagirtîye re dame nasandin..Xwendevanê min di çúne pole çar yem,gelek jiwa fêrî xwendinê ne bûbun. .Bihamed ne xerab bû, ew hem zanê polê bû û hem jî ji hemû ye mestir bû.Min xwe dayî naskirin bi zaroke re,ew jî dil xweş bûn. .. BERDEWAME. .. 

Back to top button