Cîhan

Meha Gulanê emê Iraqê ji PKKê pakij bikin

Wezîrê Derve yê Tirkiye di serdana xwe ya welatê Avusturya(Nemsa) de,  di derbarê Efrinê de daxûyaniyek da û got: Em dixwazin operasyona Efrinê zûtirîn dem de xilas bibe. Em naxwazin bimîne mehha Gulanê.Di derbarê rewşa PKKê li Qendil jî çavuşoglu da xûyakirin ku, divê PKK ji Iraqê pakij bibe. Çavuşoglu berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Divê em û Iraq li dijê PKKê operasyonek hevbeş bikin. Dê ev yek çêbibe. Ev operasyon dikare piştî hilbijartinên Iraqê di meha Gulanê de pêkwerê. Em û Ebadê di vê pirsê de hemfikirn. Ew jî PKKê li Iraqê naxwazin.Em û hukumeta Iraqê bi hevre gave bavêjin.Çavuşoglu dibêje  ku, PKK li ser Bexdayê tehdîdeke, lê behtir li ser herêma Kurdistanê tehdîde.

Back to top button