Cîhan

Medya rojava ne erêniye

Di medya cîhanî de di derbarê hukumeta nû ya Tirkiye de nirxandin têne kirin.Financial Times:


Financial Times dide xûyakirin ku , dê sermayedar bûyîna Berat Albayrak ya wezîrê Darayî û xezînê baş nebînin.Times dibêje: Albayrak sala 2004ê keça Erdoganra zewicî. Niha jî bû wezîrê darayî û xezînê. Ev yek bû sedem ku di derbarê serxwebûna banka nawendî de şik çêbibin. Ji niha ve sermayedarên biyanî ketine di nava nerihetiyekê de. Di dema hilbijartinan de Albayrak her dida xûyakirin ku, helwesta sermaya derve dibe sedem ku bihayê Lîrê Tirkî dikeve, lê sermaya derve  jî dida xûyakirin ku sedema ketina bihayê pereyê Tirkî ewe ku rewşa darayî di vê qonqaxê de gelek germ bûye û faîz bi awayê pêwist ne bilnde.Ji banka Holandî ABN Amaro Nora Neuteboom dide xûyakirin ku, ev qabîna nû ne dostê piyasê ye dostê Erdogan e. Rojname dibêje ku Erdojan li dijê bilindkirina faîzê ye, ji  bo vê yekê ji destpêka sala 2018ê heta niha pereyê Tirkî ji % 17 bihayê xwe daketiye. Guardian:


Rojnama Guardian dide xûyakirin ku, balkêşe tu lîderên Ewropî di rewrisma Erdogan de tunebûn.Guradian: Di parlementoya Tirkiye de AKP li ser xetek muhafazakar û îslami siyasetê dike, niha jî MHP ya qewmî re piraniya parlementoyê destxistiye dixweyê dê di siyaseta derve de xetek qewmî rêve bibin.Salên dawî de Erdogan bo pirsa Suriye, endametiya Tirkiye  bo endametiya Yekitiya Ewropa, pirsa mafê microvan û herî dawî bûyera 15ê Tebaxê de bi awayê pêwist pişgiriya Ewropa nestand û ev jî bo sedema nexweşbûna pêwendiyên Erdogan û hevpeymaniyên Tirkiye yên stratejik. Times:


Rojama Times dide xûyakirin ku ji Ataturk hirvê Erdogan hêza herî mezin destve aniye. Lê ew dinava serokên Otokra te maye.Times: Serokên otoriter, wek serokwezîrê Mcaristan Viktor Orban,serokê Venezuella Nicolas Maduro û serokê Rusya Putin di cih de pîrozbahî li Erdogan kirin. Lê berpirsên Erwropî bê deng man.Ev sariya Ewropa di rewrima sundxwarinê de dixweya. Ji YE tenê  serokkomarê Bulgariya tevlî rewrisma Erdogan bû. Hevpeymanê Tirkiye yê herî nêzikî Tirkiye Britanya jî wezîrek rênekir vê rewrismê. New York Times:


Rojname dide xûyakirin ku, bûyîna Albayrak ya wezîrê Darayî ji aliyê pîyasê ve baş nehat nirxandin.New York Times: Hukumet ji bo projeyên mezin di bin deynekî giran de ye. Ev proje ji aliyên şirketên Erdogan û yên nezikî Erdogan ve têne çêkirin. Ekonomiya Tirkiye sala bûrî % 7.4 mezin bû lê Lîreyê Tirkî bo helwesta piyasa derve gelek ji bihayê xwe ket. 

Back to top button