Nivîsar

Li Îranê serhildan û rola neteweya kurd

ÎbrahîmGUÇLU([email protected])Li Îranê di 28. 12. 2017an de serhildanên gelam dest pê kir. Serhildanê di destpêkê li bajarekî dest pê kir û lê li hemû Îranê belav bû. Heta nûha jî xwepêşndar û serhildar gelek hatine kûştin û hatin binçav kirin.Di destpêkê de ji bona serhildana li Îranê nerînên cûda hatin ser zimên. Beşek berpirsiiyarên Îranê gotin ku “gel maf heye ku xwepêşandina bikin û mafên xwe bi riyeke makûl û demokratîk daxwaz bikin. Lê divê ji şidetê dûr bin.” Lê piştî ku piştî ku xwepêşandan ber bi serhildanê çûn û daxwaz ji mafên aborî û demokratîk derbas bû, daxwaz bû guhertina rejîmê: Wê demê di navbeyna hemû berpirsaiyarên Îranê de nerînek hevbeş û lihevkirî derket holê. Berpirsiyarên Îranê nûha jî dibêjin ku ev serhildana bi destên û texrîka Emerîka û Îsraîlê tên li darxistin, ne demokratîk û rewa ne, divê bên temirandin.EM BIÇEK DEWLETA ÎRANÊ NAS BIKIN…ÎRAN li Rojhelata Navîn, dewleteke xûrt e. Dewleta Îranê, berdewamiya împeratoriya Farisî ye. Heta nûha hîç axa koloniyeke xwe wenda nekiriye.Li Îranê di sala 1979an de li Îranê Dîktatoriya Şah, encama serhildana gelan hat rûxandin. Li ciyê dîktatoriya Şah, dîktatoriya Ayetullahan û İslamiyên Şîayî hat damezrandin. Îran bû deweleteke îslamî û rejîm, bû rejîmekî teokratîk û totalîter. Îranê xwest ku Împaratoriyeke îslamî ava bike. Loma jî “îxraca şoreşê” wek stratejî pejirand.Loma jî li welatên îslamî ji hêzên çekdar û terorîst û hizbullahan re piştgirî kir.Dewlemendiya welêt, dewelemendiya Kurdistanê, Belûcîstanê, Xûzistanê û Azerbeycanê li derve ji bona armancên xwe yên qirêj û kolonyalsîst û terorî xerc kir. Bacê hemwelatiyan li dervre ji bona armancên xwe yên emperyal û kolnyal serf kir.Îran di hemandem de welatekî petrol û xaza xwezayî ye. Lê ji aliyê aborî de di qrîzekê de ye. Enflasyon gelek bilind e. Gel pirçî û feqîr e.Dewlemandiya welêt: Di destê hêzên mîlîter, Mûxafizên Şoreşê, Pasdaran, sixûriyê (berpirsên Savakê), orduyê û sınfa desthilatdar ya îslamî de ye.Îran ji bona karên xwe yên terorî û nukleerî, di bin bandora ambargoya navneteweyî de ye.Li îranê miletê faris desthiladar û serdest e. Miletê kurd, Belûcî, Ereb, Azerî bindest in. Ji hemû mafên xwe yên milî û civakî û siyasî yên kollektîf bê par in.Faris, ji aliyê ser hejmar de jî, ji miletê azerî biçûktir e.Îran ji derveyî xwe, dijminên her dewletekê ye. Dostaniya wan ya dewletan gelek mûwaqqet e.Encama ev siyaseta emperyal û kolonyalîst, li Rojhilata Navîn û li Afrîqayê li gelek dewletan (li Iraqê, Sûriyeyê, Lûbnanê, Yemenê û.w.d) bû desthilatdar û xwediyê bandoreke mezin. Li Başûrê Kurdistanê jî karên gelek xeter dike. Di 18ê Oktobira 2017an de jî di îşgala Kerkukê raste rast cî girt. Di vê qonaxê de jî ev xirabiyên xwe didomîne.Dewleta Îranê beremberî kurdfiroşiyê (Di sala 1975an de) ji Iraqê erd wergirti bû. Iraqê di sala 1979an de, yanî piştî çar salan xwest ku erdê xwe ji Dewleta Îranê werbigre. Ew bû sedema şerê Dewleta Îran û Iraqê. Wî şerî 10 salan domand. Milyonek insan hatin kûştin û bi mîlyonan însan birîndar bûn.Herdu dewlet jî xerebe bûn. Miletên li îraq û Îranê talan bûn. Feqîr ketin.Ew hemû qewimandin derdixin holê ku Dewleta Îranê çiqas erîşker û zilumkar û barbar û hilebaz e.Li Iraqê dema ku erebên sunî desthilatdar bûn; Dîktatoriya Baasê û Sedam hebû, Dewleta İranê li Iraqê xwediyê desthilatdariyeke nebû. Lê piştî ku Dîktatoriya Sedam encama midaxelaya Emerîka û hevalbendên Emerîka hat rûxandin, erebên şiî li Iraqê bûn desthilatdar.Bi desthilatdariya erebên şiî, Dewleta Îranê hedî hedî li Iraqê bû desthilatdar. Bi her awayî midaxeleyî karên Iraqê kir. Li îraqê hêzên çekdar yên taybet ava kir. Di vê qonaxê de jî ew karên kirêj yên Îranê li Iraqê dom dikin.Dewleta Îranê jî, nûha li Iraqê xwediyê desthilatdariyeke xûrt e. Ji bona ku desthilatdariya xwe bidomîne, divê ku yekîtiya kevneperest ya Iraqê bidomîne. Loma jî ji bona ku Kurdistan nebe dewleteke serbixwe bi her awayî midaxele dike.DI GUHERTİNA ÎRANÊ DE ROLA KURDAN…Beşekî Kurdistanê (Rojhelata Kurdistanê), encama Peymana Qesri Şîrînê (1639) ket bin bandor û hegemonyaya Împeratoriya Farisî. Di wê demê de mafên miletê kurd yên milî hatin xesip kirin. Li ser kurdan zulmeke mezin û hişk hat domandin. Loma jî li Împeratoriya Farisî di navbeya kurdan û dewletê hîç demekê aşitî nebû. Her dem di navbeyna dewlet û kurdan de bêbaweriyekê domand.Loma jî miletê kurd, ji bona ku ji bin bandor û hegemonyaya Împeratoriya Farisî xelas bibe, azad bibe û Kurdistaneke serbixwe ava bike, gelek serhildanên milî li dar xist. Dem dem jî hêzên Kurdan, li Kurdistanê desthilatdar bûn.Di destpêkê sedsala 20an de kurd di bin serokatiya Simko Axayê Şîkakî de li Kurdistanê demekê desthilatdar bûn. Lê hezar mixabin di encamê de Împeratoriya Farisî jinûve hegemonya û desthilatdariya xwe ava kir.Piştî Şerê 2emîn yê Cîhanê Îran ji aliyê dewletên emperyal û Yekîtiya Sovvyetê de hat dagir kirin. Di wan şertan de kurdan di bin serokatiya PDK Îranê û Qazî Mijhemed de Komara Kurdistanê ya Mehabadê av kir(1946). Lê temenê dewleta Kurdistanê dirêj nebû.Dema ku dewletên emperyal û Yekîtiya Sovyetê li hev kirin, ji Îranê vekişiyan; erîşa Dewleta Îranê li hemberî Dewleta Kurdistanê dest pê kir. Dewleta Kurdiştanê hat rûxandin. Serokomarê Dewlet” û berpirsiyar û wezîrên dewletê hatin îdam kirin û daliqandin.Serok Mele Mistefa Barzanî jî yek ji berpirsiyarê Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê bû. Heger Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, neçûbûna Yekîtiya Sovyetê, ew jî dê bihatina darizadin (mehkemekirin) û ceza kirin û daliqandin.Piştî rûxandina Dewleta Kurdistanê, miletê kurd carek din ji aliyê dewleta Îranê de dîl hat girtin. Mecbûr bû ku di bin dîktatoriya Şah de jiyana xwe bidomîne.Kurdan û kurperweran di şertên dîktatoriyê de zehmeteke mezin dîtin.Kurdan û kurDperweweran bi dehan salan di hepsê zulim dîtin û jiyana domandin.Di sala 1968an de dema ku li herêma Serdeştê serhildaneke şoreşgerî û milî qewimî, wê serhildanê jî şikest xwar. Serokatiya we serhildanê hatin kûştin û hatin îdam kirin.Ew rewşa kurdan ya xirab heta sala 1979an berdewam kir.Di sala 1979an de dema ku Dîktatoriya Şah hat rûxandin, ji bona kurdan jî hêviyek derket holê ku li Kurdistanê bi statuya otonomiyê desthilatdar bin. Lewra li Îranê ji şoreşekê qal dihat kirin. Desthilatdarî hatibû gûhertin. Hêvî dihat kirin ku desthilatdariya nû ya îslamiyan mafên kurdan yê milî ku mafê desthilatdarî jî tê de qebûl bike.Hezar mixabin wusa nebû. Desthilatdariya îslamiyan ji bona kurdan xirabtir bû. Demokrasi nehat Îranê, li Kurdistanê jî, otonomî ava nebû. Lê kurd fiîlî (de facto) li Kurdistanê bûn desthilatdar.Hezar mixabin Dewleta Îslamî ya Îranê, ji desthilatdariya kurdan ya filî (de facto) re jî tehemmul nekir, erîşî Kurdistanê kir.Hêzên Kurdistanê û kurdperwerên Kurdistanê jî, mecbûr bûn ku di îlona 1979an de dest bi şerê çekdarî û pêşmergetî bikin.Şerê kurdan û partiyên Kurdistanê (PDK a Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê) yê pêşmergetî demekê li hemberî Dewleta Îranê serkeftî bû. Hezar mixabin heta dawiyê nikarî bidomîne. Şikest xwar.Wek tê zanîn di şerê Irak û Otonomiya Kurdistanê de Dewleta Îranê pişta xwe da kurdan û alîkariya xwe ji wan birî. Dewleta Îranê, bi Dewleta Iraqê ve di peymana Cezayîrê de li hev kiribûn. Ew jî bû sedem ku Otonomiya Kurdistanê bê rûxandin (1975).Ev dîrok û jişyana kurdan jî diyar dike ku neteweya Kurd û Kurdistaniyan her demê ji bona ku li Îranê rejîm bê guhertin, xebat kirin û têkoşîn meşandin.Di ev serhildana dawî de jî hêza xûrt ya li hemberî rejîme têkoşînê dimeşÎne, kurd in.SEDEMÊN SERHILDANA GELÊN ÎRANÊ…Li İranê sedema serhildanê bes feqirî û rewşa abori û bêkarî nîne. Li Iranê pirsgirêka sereke ya girîng pirsa rejîmê ye.Loma jî serhildan bes bi piştgirî û destwerdana Emerîkayê û Îsraîlê nayê îzah kirin. Li hûndir sedemên bingehî hene. Gelên Îranê ji bona wê rabûn ser piya. Emerîka û Îsraîl jî ji bona ku Îranê dijmin û xeter dibînin, piştgiriya serhildanê dikin û dixwazin ku rejîma îslamiyan ya teokratîk bê gûhertin.Xwepêşandar/serhildankar jî, hîç şik tune ye ku ji Emerîkayê û îsraîlê sûd û cesaret digrin. Lewra Emerîkayê di Stratejiya Ewlekarî de Îranê dijmin qebûl dike.Serhildana li îranê rewa ye. Li Îranê bes nûha ne, di sala 1979an de jî serhildan li hemberî Dîktatorya Şah çêbû, rejîm hat gûhertin. Rejîm bû rejîmeke îslamî ya sunî. Di sala 1979 an de, piştî ku rejîma îslamî êrîş kurdan û Kurdistanê kir, gelê Kurdistanê serhildan çêkir. Di îlona 1979an de ev serîhşildana bi çekdarî domand. Di sala 2009an de dîsa li hemberı rejîmê serhildan çêbû.Rejîm, teokratîk, totalîter, zilûmkar e.Rejîm demokratîk nîne.Li Iranê maf û azadiyên kesayetî û grubî tune ne. Kurd, ereb, belucî, azerî ji mafên xwe yên milî, civakî, siyasî bê par in.Li Îranê bes elît û qasta îslamî ya bilind, pasadaran, muhafizên Şoreşê desthilatdar, serwer, xwediyê dewlemendiya aborî ne. Gelên Îranê, kurd, ereb, belûcî, azerî, heta faris jî ne desthilatdar, serwer in.Îranê piştî “Şoreşa îslamî” (1979) xwest ku împeratoriyeke îslamî ava bike. Loma jî li hemû welatên îslamî destwerdan dike. Nûha jî bi dewlemandiya gelan li Iraqê, Li Sûriyeyê, li Lûbnanê, li Yemenê, Li Siûdya Ereb li gelek welatên din desthilatdar e û destwerdanê çê dike. Tê zanîn ku demekeê berê jî bi şerên Xendekan li Tirkiyeyê derswerdanî kir.16ê Oktobira 2017an de rasterast bû teref û piştgiriya û destwerdana îşgalkirina Kerkukê.Loma divê bi xwe jî, ji destwerdan û midaxeleyên dewletên derveyî li Îranê eciz nebe.Amed, 05. 01. 2018

Back to top button