PolîtîkRojev

Kaya: Tenê Serok Barzanî dikare ji bo vejandina pêvajoya çareseriyê rolekê bilîze

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) got ku Serok Barzanî ji bo gelê Kurd kesayetiyek gelek girîng e û tenê ew dikare di vejandina proseya aştiya di navbera Tirkiye û PKKê de rolekê bilîze.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, ji K24ê re axivî û di  derbarê sedema destpêkirina pêvajoyek nû ya çareseriyê de got: “Kurd pêştir bi hestiyarî nêzîkî pêvajoya çareseriyê bûbûn, lê ji niha û pê ve divê Kurd bi stratejî, plan û bername nêzîkî wê bibin. Ji ber şert û mercên Kurdan ên niha, ne wek yên 2012 û 2023an e û divê ji aliyê Kurdan ve kesên ku gotinên wan bi qîmet û rûmet in rola xwe bilîzin”.

Kaya herweha got jî: “Serok Barzanî ji bo gelê Kurd kesayetek pir girîng e. Dema ku diaxive, partiyên din jî gotinên wî cidî digirin. Lewma dikare bi têkiliyên xwe yên siyasî di vejandina pêvajoya çareseriyê de rola xwe bilîze”.

Back to top button