Nivîsar

Îsrail-Filistin û helwesta hinek aliyên “kurd“

Berbijêrê serokkomariya Tirkiye yê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo xwedî derketina Filistiniyan û rêxistina Hemmasê û protestokirina Îsrail daxûyaniyek belav kir.Selahatin Demirtaş dibêje:Ez wek berbijêrê serokkomariyê, bangî hemû berbijêrên serokkomariya Tirkiye û hêzên demokrasiyê dikim ku, ji bo ev hovitî bê şermezarkirin û pişgirya gelê Filîstinî bête kirin, di pêşkêşîya dezgehên sivîl de xwepêşandanek girsehî li Stanbulê bê li darxistin.Demirtaş ev daxûyaniya xwe roja 14.05.2018 demjimêr 19.09ê de twittera xwe de ragihandiye.Di derbarê heman pirsê de cigirê serokê PSKê Bayram Bozyel jî daxûyaniya xwe de dibêje:Ez bi tundî qetlîama Îsrail li dijê xelkê sivîl yê Filistînî şermezar dikim.Di heman derbarê de berpirsek yê hereketa Azadî Sitki Zilan jî dibêje: Birêz Demirtas banga xwepêşandanê kiriye. HDP, HUDA-PAR, Azadî û partiyên me yên din di vê derbarê de wek hev difikirin.Gelek cara hinek bûyer hene ku mirov di rastiyê de hevce nabînê ku nirxandina li ser bike. Niha ev hesasiyeta ku hinek aliyên ku xwe kurd dihesibînin di derbara Filistiniyan de nîşan dikin ji bo çi , ji bo xwe  ji bo welatê û ji bo Kurdistanê nadin nîşandan? Karaset û trajediya tevgera kurd ev bi xwe ye.Li Bakur aliyên kurd û taybetî HDP ji bo Ala Kurdistanê û ji bo gotina navê Kurdistanê li gel kurda hevkariyê nake, lê ji bo rêxistina Hemmasê li gel hemû aliyan dikare hevkariyê bike. Yani tişta hevbeş navbera Demirtaş, Bahçeli û Erdogan pirsgirêka Filistine gelo?Eger hêja gelê kurd vê yekê nebîne û li gora wê jî nebê xwedî helwest tu tişta ku mirov bikaribe bêje namîne.Gelo ev aliyên ku xwe kurd dihesibînin û di bingehê xwe de tu pêwendiya wan bi Kurdîtiyê re tuneye, ji bo çi dema referanduma Kurdistanê de, dema Milîsên Şîe êrîş birin ser Xurmatu û bi sedan kurd qetil kirin mal û xaniyên wan şewitandin bi hevre xwepêşandanek li Diyarbekir nekirin?Gelo dema serokê Hammasê yê berê û hinek serkirdeyên Filistiniya referanduma serxwebûna Kurdistanê weke felaketek nirxandin bê deng bûn?Di vê derbarê de gelek pirs hene ku mirov dikare bike. Lê mixabin ev aliyên vê dikin ne cihê tu baweriyê ne û durû siyasetê dikin ….Bê guman mirov her bûyerek li dijê mirovatiyê, her kuştinek li dijê xelkê sivîl qebûl nake.Lê gelek zaruriye ku tenê dema pirsa kurd tê rojeve û dema behsa serxwebuna Kurdistanê hate kirin, helwesta berpirsên Filistiniyan û ya berpirsên dewleta Îsrail berçavre derbas bike. Dê hingê reş û spî ji hev derkeve.Di rastiya xwe pirsgirêk ne ewe ku helwesta hinek aliyên siyasî bi wehabe. Pirsgirêk ew ku hêja kurd van aliyan wek kurd dibînin…Nûçe/analiz

Back to top button