Îro roja komkojiya Kurdan e – Anfal

Îro roja komkojiya Kurdan e - Anfal

Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rijêma Baas ve dijî Kurdan hatiye pêkanîn. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire. Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja Enfalê nas kiriye û di vê rojê de çalakî yên cur bi cur tên lidarxistin. Di 8 qonaxên Enfalê de 182 Hezar Kurd di navbera dirokê 21’ê Reşemiya 1988 û 6’ê Îlona 1988 agno di 6 meha de hatin qetilkirn, bi gotine din hatin “Enfalkirin”.Başûrê Kurdistanê salvegera enfalê bi bîr tîneÎro  salvegera Enfalê ya li başûrê Kurdistanê ye. Pêla dawî ya Enfalê 23ê sibata 1988an li Silêmaniyê dest pê kir û 6ê îlona 1988an li Zaxoyê bi dawî bû. Di Enfalê zêdetirî 182 hezar kurd hatin qetilkirin.Di  salvegera “Operasyona Enfalê” de li sertaserî Herêma Kurdistanê çendîn çalakiyên hunerî û cemawerî li dar dikevin.Bi sedhazaran Kurd hat qetl kirinEnfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyan e. Enfala Kurdan 21’ê Reşemiya 1988’ê li Dola Caf (Cafetî) tê destpêkirin û 6’ê Îlona 1988’ê de li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo heta Hemrînê tu warên Kurdan nahêlin, hemû ji holê radikin. Dîsa li Qeladiza Silêmanî, Şiwan û Axçelera Kerkûkê û hwd… Piraniya Kurdên li van deveran dijîn têne kuştin, yên dimînin jî direvin Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê Kurdistanê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.Kurdên Feylî yên herêma Kerkuk, derdorê çemê Dîcle dijîn, yên ku tê gotin yek ji kevintirîn etnîkên li herêmê ye. Bi deh hezaran Kurdên Feylî bûn qûrbana ceribandina çekên kîmyawî. Di der barê vê mijarê de Serokomarê Iraqê Celal Telebanî dibêje:’ Enfala Kurdan ya li Iraqê bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye”.Qirkirna 20 hezar ciwanên Kurdên Feylî ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, winda bû û qet şopa wan nehat dîtin. Beriya niha Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bi şêweyekî fermî aniye zimên ku, di rastiya xwe de Enfal, di sala 1980 de, bi sirgunkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye û hetanî salên 90 berdewam kiriye. Gelek ji siyasetmedar û rewşembîrên Kurd dibêjin, çekên kîmyawî ku li Helepçe û deverên din hatine bikaranîn, pêşî jibo ‘ceribandina çekan’, li ser Kurdên Feylî yên hatîn sirgûnkirin hatiye ceribandin.Em dikarin destpêka enfalkirina Kurdan ya ji aliyê rejîma Baas ve wiha rêz bikin:Qonaxa 1974Piştî ku Sedam Husên sala 1973 diçe navçeya Qeladizê û tu kesê li wê derê nayê pêşwaziya Sedam. 24’ê Nîsana 1974’an bi bihaneya ‘destekê didin neyar û mulaxelefên Îraqê’, balefirên şer yên rejîma Iraqê bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ku wê demê li Qeladizê bû bombabaran kirin. Her wiha di 16’ê Nîsanê 1974’an ji bo cara yekemîn bajarê Helebçe hat bombabarankirin.Qonaxa 1987Ji 15’ê Avrêla 1987’an heya 28 Pûşpera 1987’ê 28 gund û navçeyên li sînorê niha yên Herêma Kurdistanê hatin kimyabarankirin. Gundên wek Heledin, Bergelû, Kanîtû, Awejê, Sîrwan, Nûlçike, Çinare, Şêxwesan, Mêwlake, Sîngir û Qizler yên girêdirayî Kerkûk’ê, Dolê Balîsan, navça Qeredax, Zêwê, navçeyê Dihok’ê, gundên Tomar, Qemer, gundê Gurgan, gundên Melekan, Goreşêr, Kendol, Berdok, Bilê, Nalî, Tahî, Nazenîn û Balîsan hatin kimyabarankirin.Qonaxa 1988Ji 25’ê Reşemiya 1988’ê heya 29’ê Tebaxa 1988’ê 24 gund û navçe hatin kimyabarankirin. Gundên weke Sergekû, Yaxsemer, Heledin, Gwêzîle û dolê Cafayetî, Heneb, derdorên bajarê Helebçe, navçeyên wek: Sêwsan, Dukan, Belekcar, Caferan, Wilyan, gundên Goptepe, Hesker, Mayle, Serçima, Şêxan, Keleşêre, Çemîrêzan, Qoçebilax û Zerzê hatin kimyabarankirin. Di 16’ê Adarê 1988’ê navçeya Helebce hat kimyabarankirin. Li gorî da agahiyên fermî 5000 kesên bêtawan bi kimyayê hatin kutin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî. Di 25-29’ê Tebaxa 1988’ê navçeya Gelî Bazê ji aliyê 12 balefirên şer yên Iraqê ve hat kimyabarankirin û di nava 4 rojan de zêdetirî 2 hezar û 980 kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji destdan.Her 8 Qonaxên Enfal jî li gorî dîrok û cihên esas yên Enfal lê pêkhat wiha ye:• Enfala Yekemîn: 21.02.1988- 18.03.1988 Dolê Cafayetî û Merge• Enfala Duyemîn: 22.03.1988- 01.04.1988 navçeya Qeredax• Enfala Siyemîn: 31.03.1988- 18.04.1988 navçeya Germiyan• Enfala Çaremîn: 20.04.1988- 05.05.1988’an de Sinorê Hesker, Goptepe, Şiwan, Qela Sewke û Deşta Koye.• Enfala Pêncemîn: Şeş û Hefit, 24.05.1988- 31.08.1988’an de Navçeyên Şeqlawe û Rewandiz.• Enfala Heştemîn: 25.08.1988- 06.09.1988’de deverên Behdînan û Zaxoyê hatin enfal kirin.Komkujiya HelebceJi 25’ê Reşemiya 1988’ê heya 29’ê Tebaxa 1988’ê 24 gund û navçe hatin kimyabarankirin. Gundên weke Sergekû, Yaxsemer, Heledin, Gwêzîle û dolê Cafayetî, Heneb, derdorên bajarê Helebçe, navçeyên wek: Sêwsan, Dukan, Belekcar, Caferan, Wilyan, gundên Goptepe, Hesker, Mayle, Serçima, Şêxan, Keleşêre, Çemîrêzan, Qoçebilax û Zerzê hatin kimyabarankirin. Di 16’ê Adarê 1988’ê navçeya Helebce hat kimyabarankirin. Li gorî da agahiyên fermî 5000 kesên bêtawan bi kimyayê hatin kuştin û bi qasî 10 Hezar kes jî birindar bûn û bûn qurbanên çekên kimyawî. Di 25-29’ê Tebaxa 1988’ê navçeya Gelî Bazê ji aliyê 12 balefirên şer yên İraqê ve hat kimyabarankirin û di nava 4 rojan de zêdetirî 2 hezar û 980 kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.Qirkirina BarzaniyanEl-Enfal navê komkujiyê ye ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve hatiye pêkanîn. Di 4’ê Avrêla 1980’ê de rejîma Baas bi hinceta ku di hêla Olî de Kurdên Feyilî mezhebê wan Şîiye û ne Sûnî ne, dest bi kuştina wan kir û di encam de zêdetirî 10 Hezar Kurdên Feylî hatin qetilkirin. Di 31’ê Tîrmeha 1983’ê de rejîma Baas 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Di Enfalê 1988’e ku bi 8 qonaxan re derbas dibe 182 hezar Kurd hatin enfalkirin.Wekî plana Nazîyan bûEfalkirina Kurdan a ji aliyê rejîma Seddam Huseyîn ve pêk hat dişibe komkujiyên ku Naziyan bi serê Cihûyan anî. Plana Naziyan qirkirina civatek belave ya ji aliyê Raul Hilberg hat deşîfrekirin, bi awayek bê kêmasî ji aliyê rejîma Seddam ve jî li ser Kurdan hat pêkanîn. Li gor plana Naziyan a qirkirinê, destpêkê wê qûrban werin nîşandan, ji ber ku belave ne, wê piştre bînin cem hev, û ji tunekirinê wê wana li kampan bi cih bikin û hemûyan ji holê rake.Rejîma Seddam jî destpêkê bi serjimêriyê jimara qûrbanan destnîşan kir, çend in, li ku dijîn hemû aşkere kir. Jixwe ev herêm wek herêmên qedexekirî hatibûn nîşandan. Piştre jî hewl da Kurdên li bejahiyan dijî bîne cem hev. Negot jin, zarok, pîr û kal bi 10 hezaran Kurd di kampan de bi cih kirin. Piştre jî gorên komî amade kirin, wan Kurdan birin înfazkirin û ew avêtin binê gorên komî. Herwiha jimarek zêde ji kesên di kampan de hatibûn bicihkirin ji ber birçîtiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê jî Seddam bê kêmasî textîka Hîtler li ser Cihayan pêk anî, li ser Kurdan pêk anî.Xwestin Kurdan bi temamî ji holê rakinDi dema Enfalê de bi 10 hezaran Kurd destpêkê li kampan dihatin bicihkirin û piştre wana didan ber gulleyan û ew piştre diavêtin gorên komî. Piştî hilweşandina rejîma Seddma, sala 2003, bi sedan gorrên komî yên Kurd û Şiîyan li Iraq û Başûrê Kurdistanê hatin dîtin. Herî dawî, di van rojên dawî de jî li Kerkûkê gorek komî ji aliyê Pêşmergeyan ve hat dîtin.Lê heta niha jî gelek gorên komî yên ku bi 10 hezaran Kurd têde hatine veşartin nayên zanîn. Di pirtûka bi navê “Li Iraqê Qirkirina – Li Dijî Kurdan Tevgera Enfalê” de, derbarê gorên komî de wiha tê gotin:”Sê gorên komî yên mezin ji aliyê şahidên ji qirkirinê filitîne ve hatine diyarkirin. Yek ji vana li bajarê Remadî yê li peravên bakûr ên Firatê ye. Di dema şerê Îran-Iraqê de Kurdên Îranê bi zorê li wir hatine bicîkirin. Yeke din jî; li nêzî bajarê arkolojîk ê bi navê El Hadhar (Hatra) yê ku başûrê Mûsilê ye. A siyemîn jî di çola li nêzî bajarokê Samawa de ye. Herwiha li derdorê çiyayên Hemrînê jî tê gotin ku 2-3 gorên komî hene. Yek ji vana di navbera Kerkûk û Tikrît de ye û ya din jî li rajavayê navçeya Duzxuratu ye.”Cîhan bêdeng ma!Li hemberî qirkirina Kurdan cîhan kerr û lal bû. Çavên xwe li qirkirina bi deh hezaran Kurd girt. Dengê zarokên li ber pêsîra dayîkan nebihîstin. Bi taybet welatên Rojava yên ku çekên kîmyawî dabûn destê caniyek wek Seddam Huseyîn û piştre ew çek tenê ji bo ‘ceribandinê’ Kurdan hatin karanîn. Helepçe bû sembola van qirkirinên bi serê Kurdan hatî. Wê li Cîhan li hemberî Helepçeyê jî bêdeng bimaya, lê rojnamevanên ku li nava kolanên Helepçeyê geriyan, wijdana wan ew dan axaftin û ji Cîhanê re hat vegotin.Her çendî DYE û hêzên rojavayî xwe wek rizgarkerên Iraqê nîşan bidin jî, lê dema Kurd bi saxî di goran de dihatin bicîkirin li ku bûn. An jî gava li asîmanê Helepçeyê bombe dibarîn..Îstatîstîkên enfalêRêjeya kesên ku hatine enfalkirin li ser asta parêzgehên Kurdistanê wiha ye:Xelkê Bajarê Silêymaniyê:%42.77Xelkê Bajarê Kerkûkê:%22.37Xelkê Bajarê Hewlêrê:%17.68Xelkê Behdînan û Dihokê:%7.33Rêjeya regeza enfalkiriyan:Regeza Nêr: %66.61Regeza Mê:%33.39Rêjeya neteweya kesên enfalkirî:%99:kurd%0.50:aşûrî%0.68:neteweyên dinRêjeya Ola kesên enfalkirî:%98.41:Musilman%0.83 êzd.

Nerîna min :