Nivîsar

Îbrahîm Haqê Erzeromî

ÎBRAHÎM HEQÊ ERZEROMÎ(1703-1780)Gelek zanayên Kurd hene ku mora xwe li mêjû xistine, lê mixabin Kurd wan rind nanasin. Yek ji wan zanayên derdemî jî Îbrahîm Heqî Erzeromî ye. Derbarê gorbihişt Îbrahîmî de, çavkaniyeke Swêdî diyar kiriye ku ew roja18yê Gulana 1703an li navçeya Pasîna Erzeromê hatiye dinyayê û roja 22yê Hezîrana 1780yî jî çûye ber dilovaniyaXwedê.Bavê wî mele Osman ji eşîra Hesenan bûye û bi nasnavê ”Derwêş”iyê hatiye naskirin, navê diya wîHenîfe bûye.Mele Osman ji Pasîna çûye navçeya Tiloya Sêrtê û li wirê bûye salikê İsmail Feqirulah, li wirê ketiye silûkê. Piştre kurê wî Îbrahîm Heqî û birayê wî Mele Elî jî çûne Tiloyê.Îbrahîm Heqî li Tiloyê bûye şagirdê İsmail Feqîrulah û li ba wî xwendiye, gelek berepêş çûye, di zanista olî de xasma Hedîs, Fiqh, Tesewuf, edebiyar, psîkolojî, sosyolojî, tib, astronomîyê de têr dagirtî û kame bûye. Ji ber hindê jê re nasnavê Zulcenaheyn ango xwedanê du peran, hatiye gotin. Dersdarê wî xelîfetiya terîqetê dayê, piştre keça xwe Fatîmeyê jî lê mehr kiriye.Piştî wefata Îsmaîl Feqîrulah, Îbrahîm Heqî Erzeromî li ser rêçika dersdarê xwe hetanî dawiya jiya xwe domandiye. Dema wefat kiriye, li Tiloyê di binê kumbeta ku wî ji dersdarê xwe re çêkiribû de li ber lingê wî hatiye veşartin.Ew kumbeda ku Îbrahîm Heqî Erzeromî çêkiriye, hinek ji navçeya Tiloyê dûr e. Erzeromî kulekeke wisan çêkiriye ku roja Newrozê (21ê Adarê) tîrêjên rojê di nava tariya kumbedê de diçin xwe digehînin kêlika li ber serêFeqîrulahî.Îbrahîm Heqî Erzeromî gotiye: ”Ew roja ku di serê salê de (roja Nerozê) ger serê gora seydayê min ruhnî neke, ez ê çi jê bikim?” Lê mixabin dewletê xwest ku wê hunera teknîkî ya zanayê Kurd ku zanistmendên dinyayê lê heta niha jî şaş mane, xirakir û ew bergê tîrêjên rojê, taybetmendiya xwe ya berê wenda kiriye.Ew 58 berhemên Îbrahîm Heqî Erzeromî ku nivîsîne, ev in li jêrê:1- Seyr-u Sulûk, 1722 li ser tesewufê ye.2- Sulûku Terîqet-ul Fen, 1726.3- Lub-ul Kutûb, 1740, 4 cild e, helbest.4- Tecwîd, 1749.5- Seetname, 1750 li ser tewrên zeman û usûla wê.6- Tertîb –ul Ulûm, 1751.7- Menazîl-ul-Qemer, 1752, Behsa demsal û mehan dike.8- İhtiyarat-ul Qemer, 1752, behsa exteran (planet) dike.9- GurrName, 1752, behsa hesabkirina salnameyê dike.10-RojName, 1752.11-Divana İlahîname, 1755, tesewuf.12- Mexzen-ul Esrar, 1755, tesewuf.13-Me´rifetname, 1757, astronom, anatomî, geometrî, psîkolojî ûedebiyat.14- Tezkîret-ul Ehbab, 1757.15-Mecmu´et-ul Îrfanniye, 1761, tesewuf.16-Mecmu´et-ul Însaniye, 1763.17-Hisn-ul-Arifîn, 1765, eşkerekjirina tiştên nihênî.18-Vesletname, 1765.19- Mîrat-ul-Kewneyn, 1765.19-Quwetîcan, 1765.20-Noşîcan, 1765.21-Mecmuat-ul-Me´anî, 1765.22-Rub´ul Muceyeb, 1765. Çixêzên li ser topa dinyayê û ferqa di navberademên saetê yên welatan.23- Tuhfet-ul-Kîram, 176624- Celal-ul-Qulûb, 1766.25-El-Însan-ul Kamil, 1766.26- Nuhbet-ul-Kelam, 1768.27- Meşarik-ul Yuh, 1771.28- Ewamil û Qewaîd-ul Farisîye.29-Sefînetun-Nuh, 1773, li ser keştiya Nûh Pêxember30- Kenz-ul-Futûh, 1774, tesewuf.31-Defineturruh, 1775.32-Kitab-ul Alem, 1775.33-RuhuşŞurûh.34-Eqîdet-ul-Îman, 1777.35-Urwet-ul-Îslam, 1777.36-Ulfet-ul-Enam, 1777.37-Heyet-ul-Îslam, 1777, Tefsîr û Hedîs.38-WesyetName, 1778.39-Murşid-ul Mute´ehîlîn.42- Muntexebatê Manzûme, tesewuf.43-Şukrname (spasname).44-Îqbalname, li ser xuyê (exlaq) mirovan.45-Îstixracê Emelê Felekiye, astronomî.46-Sulûka Terîqa Nexşebendî, tewr û mercên rêçika Nexşebendî.47- Ediyeya Mensûre.48- Şifa-ul Sudûr.49-´Uzletname.50-Ulfet-ul-Qulûb.51- Menqûbusir.52- Nefy-ul Wucûd.53- Wehdetname.54- Teferrucame.55- Manzumeya Ewamil.56- Sir-ul Sir.57- Kelîmatu Feqîirulah.58-Lubb-ul Lub.Ev 58 berhemên ku li jorê hatine nivîsandin, ew in ku têne naskirin. Lê belê ev berhemên li jêrê jî tê gotin ku yên gorbihişt Îbrahîm Hakî Erzeromî ne:- Îrfaniye, 1761.- Însaniye, 1763.- Mecmuat-ul Manî, di 1765.- DIWANa helbestan, di 1775.Bi hêviya ku ciwanên me lêkolîn li ser zatên wisa bikin û wan derxin ber ruhniya roja zanistiyê.Stembol 27/ 03/ 2016zeynel_abidin_zinar_616802856Zeynelabidin Zinar 

Back to top button