Dosya

Hijmara kesên ji aliyê PYD/PKK ve hatine teror kirin eşkere dibe

Li gor zaniyariyên li ber dest hene, heta niha herî kêm 52 berpirs, alîgir û endamên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) ji aliyê PYD/PKKê ve hatine terorkirin.Sala 2011 bi destpêkirina şerê navxwe û aloziyên Sûriyê re, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ku sala 2003 li Qendîlê û ji aliyê PKKê ve hatiye damezirandin û wek baskê PKKê yê Sûriyê jî tê nasîn, dest bi ser Rojavayê Kurdistanê de girt. Ji wê çaxê ve heta niha ew beşê Kurdistanê ji kurd û partiyên kurdî yên ne alîgirên PKKê re bûye zîndan.PYDê hêzek bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kir ku bingeha wê ji aliyê PKKê ve hatibû danîn. YPGê bi alîkariya hikûmeta Sûriyê karî di demek kurt de tevahiya Rojavayê Kurdistanê zeft bike û dest bi serkutkirina wan hêz û partiyên kurdî bi taybet ENKS û PDKSê bike ku ne alîgirên wan bûn.Êriş û zordariyên PKK/YPGê li aliyekî, li aliyekî din jî êrişa terorîstên radîkal yên îslamî bûn sebeba wê ku nêzîkî yek milyon kurdên Sûriyê koçber bibin. Ji wê hejmarê derdora 350 hezar kes berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, beşek jî derbasî Tirkiyeyê bûn.li gor malpera Basê ku, raporeke  ENKSê  ketiye destê wê , ji sala 2012 ve heta Adara 2017, hêzên PYD û PKKê 311 binpêkirin li hember endam û alîgirên ENKSê kirine. Hinek ji wan hatine revandin, hinek hatine girtin û hinek jî hatine wendakirin û sirgûnkirin, hinek jî hatine terorkirin.Di wê raportê de hatiye gotin ku heta niha herî kêm 52 berpirs, alîgir û endamên wan partiyên kurdî ji aliyê PKK/YPGê ve hatine terorkirin.

Back to top button