Kultur

Helbestek ji bo zarokan

Narîn Omer

Banga me zarokan Helbestek ji zarokên kurdan û cîhanê re:

 Mezinên me yên rêzdar

me rêstine çend biryar

Guh bidine banga me

ewe firyad û hawar

Bese lalvav û gazin

em aştiyê dixwazin

Bi aram û hedanîn

em bikaribin razin

Wekhevî daxwaz û doz

evînî peyman û soz

Hemî jîndarên cîhan

bibin dilpak û dilsoz

Bê şer û ceng û lêdan

bê girtîgîh û zindan

Aramxweşî riya me

Gerdûn bibe xweş jiyan

Em zaroktiyê bijîn

ne mirin û ne kujîn

Divê em tev bixwînin

hilkêşin rayê dijîn

 

 

Back to top button