Hevpeyvîn

HDP ji aliyê grubekî ve tê rêvebirin , demokrasi xetimiye

Parlementerê berê yê HDPê ji partiya xwe Îstifa kir. Muslum Dogan yek ji damezerê HDPê ye û parlementer bû. Heta demekî Dogan li ser navê HDPê bûye wezîr jî.Îstifa Muslum Dogan ji HDPê girîng e. Ji ber ku cara yekem e, kesek ji HDPê îstifa dike û sedemê îstifa xwe vekirî dide xûyakirin.Dogan di hevpeyvînek ya xwe de dide xûyakirin ku, piştî gutubêja di navbera Selahattin Dmirtaş û Sezai Temelli de destpê kir rewşa HDPê jî hate guhertin.Dogan dibêje: Di nava partiyê de kanalên demokratik hatine girtin û ologarşîyek peyda bûye.Yanî Dogan dibêje ku hêdî desthilatdariya HDPê ketiye destê grubekî de û bi keyfa xwe partiyê rêve dibin.Dogan di hevpeyvînekî li gel rojnemevana rojnemeya Duvar Nergis Demirkaya pêkanî û sedemê îstifa xwe cara yekem bi vekirî da xûyakirin.Berdewamiya axavtina xwe de Dogan dibêje:Me destpêkê de dadgeh red kirin, lê em çûn me îfade dan û heyina wan cardin qebûl kir. Niha pirs ewe ku, em di nava sistema heyî de tekoşîna demokratkirina sitemê didin , ne wê sistemê carekî de qebûl nekin. Eger em vê bikin hingê hewce nake ku em di parlementoyê de tekoşînê bidin. Tişta ku xelkê daxwaz kirî û ya partî dike nakok e.Dogan got: Em dixwazin ev welat bibe welatek demokratik. Em dibêjin Niştimanek hevbeş.Em dibêjin me ev niştimana hevbeş bi hevre pêkanîye.Tecrûba 1000 sala jiyanek bi hevre pêyda bûye.Em dibêjin ku emê neteweyek demokratik ava bikin. Em yek netewene. Di nav neteweyekî de mirov xebata azadkirina gelekî dike. Lê mirov hinek tiştan red bike, mirov xizmetê ji pêvajoya demokratik re nake.Dogan li ser pirsekî dibêje: Modelê partiyê raste lê pratika partiyê xelet e. Şêlobûna zîhniyetê di nava partiyê de heye.Belê guveşek li ser partiyê heye. Lê ev guvaş li ser sosyalista jî, li ser CHPê jî û li ser gelek kesan jî heye.Eger xebat li gora prensibên demokratik werê kirin ev hemû derbas dibin.Beşek din ya axavtina xwe de Dogan gelek wesfê Demirtaş dide û dibêje eger ne ji Demirtaş bûya HDP di hilbijartinan de benda % 10 derbas nakira.

Back to top button