Polîtîk

Goran bersiva wezîrê derve yê Tirkiye didê

Tevgera Goran   bersiva Wezîrê Derve yê Tirkiyê  da û got ku helwesta Tirkiyê ya li hemberî Silêmaniyê pirsgirêkên li herêmê kûrtir dike.Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Tevgera Goran û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) piştevaniya PKKê dikin û ew dê baca wê yekê bidin.Goran di daxuyaniyek belav kir û dibêje ,   wan ti caran veneşartiye ew piştevaniya Kurdên derê Başûrê Kurdistanê dikin ku mafê xwe yên netewî bidest bixin û herwiha serokê berê yê Goranê Newşîrwan Mistefa jî gelek caran piştevaniya partiyê bo Kurdên derveyê herênê daye kifşkirin.Goran daxûyaniya xwe de dibêje:  Tevgera me siyasî, sivîl û bê çek e. Em li dûrî tundiyê dixwazin bi rêyên aştiyanê pirsgirêk bêne çareserkirin.Berdewamiya daxûyaniya xwe de Goran dibêje: Hikûmeta Tirkiyê di pratîkê de û niha jî bi zimanê Çavuşoglu ve cudatiyê dixe navbera Hewlêr û Silêmaniyê de û rê nade geştên asmanî di navbera Silêmanî û Tirkiyê de pêk were. Ev yek jî bûye sedem ku ziyan bigihêje beşek zêde ya hemwelatiyên li herêmê.

Back to top button