Nivîsar

Gelo kurd li Rojavayê Kurdistanê dikarin bibin dewlet!

Çikas diçe di derbarê Rojhilata Firatê de helwesta Rusya li himber Amerikayê tund dibe. Rusya îdia dike ku , dê Amerika li gel HSD dewletek ne yasayî li deverê ava bike. Awayak din ev tê wateya ku Amerika dixwaze li Suriye dewletekî ya kurda ava bike. Heta Rusya hêjî li pêş îdiayên mezin dike û dibêje, Amerika dixwaze Kurdistana Mezin ava bike.Li suriye siyaseta Amerika tê zanin, Amerika ji bo li suriye bimîne û xwedî gotin be, li gel HSD kar dike û arikariya wan dike. Rusya  li dijê vê yekêye û naxwaze Amerika li deverê xwedî bandor be. Rusya hewl dide ku, HSD li gel rejimê bibe yek û YPG bibe beşek ji hêzên rejima Suriye. Ji xwe di vê derbarê de hevdîtin hene.Ji aliyek din siyaseta Tirkiye di vê derbarê de gelekî girînge. Taybetî piştî azadkirina Keşe Brunson dikare pêwendiyên Tirkiye û Amerika ber bi başiyêvekî ve herin û heta radeyekê ji bo Rojhilatê Firatê li hev bikin. Dema Tirkiye û Amerika ji bo statûya Minbicê li hev bikin YPG ji deverê derdikeve. Niha îşaretên ku dixweyê dê li hevhatinek navbera Amerika û Tirkiye de pêkwerê.Ya ji hemûyê girîngtir, YPG beşek e ji PKKê û li gora siyaseta PKKê tevdigere. Tu daxwaziyek wan ku dewletekî avabikin tuneye û li dijê fikra dewletbûnê ne.Dema mirov van tiştan hemûya ber bi çav digre rewş behtir tevlîhev dixweyê. Lê eger hat û YPG yan jî aliyê wan yê siyasî, ji siyaseta PKKê dûr bikeve û li gora mercên li Rojavayê Kurdistanê tevbigerin û siyasetek nû biafirînin, dê hingê bikaribin sûdê ji helwesta Amerika li herêmê bigrin.Eger PYD xwe ji siyaseta PKKê dûr bêxe û li gora mercên Kurdistana Rojava tevbigere û li gel aliyên din yê siyasî û leşkerî yên Kurdistana Rojava wek ENKSê hevkariyê bike û eniyek niştimanî ava bike, şansê ku Kurd li suriye bibin cureyek yê dewletê gelektir dibe.Lê heta siyaseta PYD girêdayê PKKê be Amerika jî nikare li gel wan gavên cidî siyasî bavêje û her dê wan ji bo hinek armancên leşkerî wek qertekî bi kar bîne.Rastiya Kurda li Rojavayê Kurdistanê ewe ku ji dev siyaseta girêdana rejima Esad berdin, di nava xwe de hevpeymaniyekî ava bikin û ji bo mafên xwe yên rewa tevbigerin. Dê hinge hêviyên mezin derkevin holê.Lê bi syaseta PKKê Kurdistan çênabe…Nûçe/analîzN.Firat

Back to top button