CîhanKultur

Fîlma Pêşmerge dê nîşan bide cîhan çikas deyndarê Kurd e

Derhênerê navdarê Fransî Bernard Henri Levy ku karê derhêneriya fîlma Pêşmerge kiriye, dibêje, nimayişkirina wê fîlmê li baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî li ser daxwaza balyozên Fransa û Brîtanyayê bûye. Levy herwiha dibêje, fîlma Pêşmerge dê nîşan bide, ka cîhan heta çi qasî deyndarê Kurd e.
Bernard Henri Levy beşdarî bultena nûçeyan a Korojê ya televîzyona Rûdawê bû û li ser nimayişkirina wê fîlmê li baregeha Newtewên Yekgirtî axivî.
Henri Levy got: “Nimayişê fîlmê gelek giring e, çimku rastiya Pêşmerge nîşan dide, mêrxasiya Pêşmerge ji rojava û cîhanê re derdixe, danasîneke din a Kurd nîşan dide û ti gumana te namîne li ser wê yekê ku Kurd kî ye, wê yekê nîşan dide, ku Kurd û nirxên wê ciyawaz in.”
Levy herwiha got: “Fîlma Pêşmerge wê yekê jî nîşan dide, ku Kurd çend êrişên terorîstî bo ser navçeyên me betal kirine, dema ku du meh berî niha hûn (Kurd) di arîşeyê de bûn, wan (cîhan) xiyanet li we kir, ew fîlm dê wê yekê nîşan bide ku heta çi qasî ew deyndarê we Kurdan in, û xiyaneta li Kurd çi qasî şerm e, ew heman ev tişt e ku ez dixwazim îşev nîşanî nûnerên 193 welatên cîhanê bidim.”
Derhênerê Fransî yê fîlma Pêşmerge amaje bi wê jî kir, ku nimayişa wê fîlmê li ser daxwaz û piştgiriya balyozên Fransa û Brîtanya yên li Netewên Yekgirtî bûye, wan daxwaz ji min kir, eger ku razî bim wê fîlmê nimayiş bikim. Wan ew bîroke pêşkêşî Netewên Yekgirtî jî kirin.
Bernard Henri Levy herwiha got: “Kurd li seranserê cîhanê dost hene, ez hest bi wê rewşa niha ya Kurd dikim, ku wisa hest dikin ku hatine piştguhxistin û tenê esman hene, lê belê Kurd dost hene, dostên Kurd bo nimayişkirina fîlmê Netewên Yekgirtî razî kirine.”
Derbarê merasima nimayişkirina fîlmê de jî, Levy got: “Balyozên Fransa û Brîtanya û ez, em dê biavivîn, lê belê Pêşmerge û fîlm dê bi xwe biaxivin û pêwîstî bi rohnîkirinê nîne, her kes ku dilekî baş hebe û wê fîlmê bibîne, divê wê yekê fêm bike ku şaristanî bêyî Kurd dibe ku çawan be.”
Bernard Henri Levy tekez dike: “Ew fîlma min ti pêwendiyek bi bûyerên Kerkûk û Xurmatoyê ve nîne. Îşev Pêşmerge diçe nav baregeha Netewên Yekgirtî, ew jî semboleke mezin e, diçe cihekê ku civînên mezin têde tên encamdan. Balyozê Fransa bi xwe pêşkêşkar dibe û li ser xwasteka wî bû ku fîlm were nimmayişkirin. Ez di vê baweriyê de me ku ew xwasteka Emmanuel Macron jî bûye, ew jî piştgiriya Fransayê ye bo Kurd.”
Back to top button