Cîhan

Ermenîstanê vegerandina 4 gundên dagîrkirî qebûl kir

Ermenîstanê 4 gundên ku di Şerê Qerebaxê yê 1. de dagîr kiribûn, qebûl kir ku paşde bide Azerbaycanê.

8 emîn civîna komîsyonên diyarkirina sînor bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Azerbaycanê Şahîn Mustafayev û Alîkarê Serokwezîrê Ermenistanê Mher Grigoryan li ser sînorê her du welatan hat lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Azerbaycanê de, di derbarê hevdîtinê de hat diyarkirin ku komîsyonan di derbarê hin mijaran de li hev kirine. Li gor peymanê, sînorê parêzgeha Gazaxê ya Azerbaycanê wê li gor sînorê ku di dema hilweşîna Yekîtiya Sovyetê de hebû bê destnîşankirin.

Wê xet di navbera gundên Bağanis (Ermenistan)-Bağanis Ayrım (Azerbeycan), Voskepar (Ermenistan)-Aşağı Eskipara (Azerbeycan), Kirants (Ermenistan)-Heyrimli (Azerbeycan) û Berkaber (Ermenistan)-Kizılhacılı (Azerbaycan) derbas bibe.

Ev tê wê maneyê ku Ermenîstan wê gundên Baganis Ayrım, Eskipara Jêrîn, Heyrimli û Kızılhacılı yê ku di Şerê Qerebaxê yê 1. de dagîr kiribûn, vegerîne ser Azerbaycanê. Koordînatên xeta sînor a li herêma navborî wê bi pîvanên jeodezîk ên li ser erdê bên amadekirin, wê bibe protokol û heta 15ê Gulanê bê îmzekirin.

Di hevdîtinê de her weha aliyan li hev kirin ku pêşnûmeya rêziknameya xebatên hevpar ên komîsyonan heta 1ê Tîrmeha 2024an amade bibe.

Back to top button