Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan duh evarî beşdarê xwarina Platforma Îradeya Sivîl a Rojhilat û Rojhilata Başûr(Kurdistana Bakur) bû. Erdogan axavtinek kir û ji kurda ji bo xwe û AKPê deng xwestin.Herweha Erdogan da xûyakirin ku, niha li Diyarbekir û bajarên din yên herêmê aramî heye û tu ferqa Stanbul û Diyarbekir nemaye. Eger di destê wan de bûya dê ne bi weha bûya.Erdogan got ku, ez niha ji we pişgiriyê dixwazim , em destê xwe bidin hev û vî karî xilas bikin.Tayib Erdogan beşek axavtina xwe de behsa pêvajoya “çareseriyê“ kir.Erdogan di vê derbarê de got: Me got çekên xwe deynin û werin tevlî nîzama demokratîk bibin, lê wan xendek kolandin, çêk danîn ser bana û hinek kiryarên din kirin. Ma Yasîn Boru Kurd nebû? Yasîn Boru çend salî bû? 15-16 salî bû. Yasîn Boru çi dikir? Ji bo feqîrên Kurd hin tişt belav dikirin. Kesên ku kuştin kî bûn? Terorîst bûn terorîst. Li cihê ku çek lê diteqin gotin namîne. Va ye lûleya vê ber bi welatê me ve ye û heta ku terorîstê dawîn bê berterefkirin dê ev têkoşîn berdewam bike.”
Pêş
29/03/2024
Li Bilîsê berbijêrê CHPê tevlî AK Partiyê bû
29/03/2024
Li Deriyê Gumrika Xabûrê 850 kîlo eroîn hat girtin
Balkêş e ?
Close