Vîdeo

Em rê nadin jin bibin qurbaniya şer

Roja 27-11-2017, li Hola Seed Ebdullah a li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, konsul û nûnerên welatan û rêxistinên taybet ên jinan, bi boneya Tekoşîna li Hember Tûndûtîjiya li Dijî Jinan, konferansek hate saz kirin.Di konferansê de “Helmeta tekoşîna li hember tûndiya li dijî jinan” hate ragihandin, ku di heyama 16 rojan de dê li hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê berdewam be.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan di dema konferansê de gotarek pêşkeş kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, rê nede wan hewldanan, ku dixwazin di 9 salî de zewicandina keçikan dixwazin bi fermî bikin û got: “Ez hêvî dikim ev yek bi yasayan were qedexekirin.”Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku hikûmeta Kurdistanê ev 10 sal in li ser hev helmeta tekoşîna li hember tundiya li dijî jinan radigihîne û soz da ku çalakiyên ji bo nehiştina tundiya li ser jinan jî zêdetir bikin.Barzanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kirdar rêya tundiya li dijî jinan girtiye û ji bo pirsa jinan karên cidî kirine. Em rê nadin careke din jin bibin qurbanên şer.”Di berdewama axaftina xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê balkişande ser êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ya li ser Kerkûk û navçeyên din û ragihand: “Herêma Kurdistanê ji rewşeke zehmet re derbas dibe. Lê gelê Kurd gelekê aştîxwaz e. Bûyerên vê dawiyê jî selmandine, ku gelê Kurd ti caran ji bo bidestxistina mafên xwe tundiyê bikar nayne.”Herwiha Barzanî got: “Di dema êrîşa Heşda Şeibî de li hember gel û bi taybejî jî jinan tundî hatiye kirin. Herêma Kurdistanê dê pêdaçûnê li ser van binpêkirina bike û em bang li civaka navdewletî dikin, ku di vê derbarê de hevkariya me bikjin.”Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa keç û jinên Kurdên Êzidîd e got: “Hewldanên me yên ji bo rizgarkirina keç û jinên Êzidî berdewam dike. Ew mînaka zindî ya wê karesatê ne, ku di encama şer de rûdaye.    “https://youtu.be/gLYYKrVGZiM 

Back to top button