Civak

Du teqînên bi hêz çêbûn

Li Kerkûkê du teqîn çêbûn û di encama Teqînan de 7 kesî jiyana ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.Teqîna yekem di qehwexaneyekî de û ya duyem jî her nêzikî heman cih çêbûye. Rûniştvanên wan deveran pirani Ereb û Tirkmanin.Piştî xiyaneta 16ê Oktoberê hêzên Iraqî û Milisên Şîe ketin nava Kerkûkê û kontrol bi temamî kete destê wan. Lê ji wê rojê heta niha aramî li Kerkûkê çênebûye.Eve demeke çûyina pêşmerge ji bo Kerkûkê tê gotubêj kirin, Ji bo aramiya bajêr xelk daxwaza pêşmerge dikin. Lê heta niha ev pirs nehatiye yekalîkirin.

Back to top button