Kultur

Dîwana Zêlî

BERHEMEKE NÛ

DÎWANA ZÊLÎ JI ÇAPÊ DERKET

Her ku rojek derbas dibe, berhemeke kurdî jî derdikeve jiyanê û di nava rerên Pirtûkxaneya Kurdî de bi cih dibe.

Ev dîwana babetcihê, ji aliyê Mele Mihemed Şêrîn ve hatiye nivîsandin û bi navê gundê xwe wek ”Dîwana Zêlî” jî bi nav kiriye.

Melayê Zêlî di sala 1956an de li gundê Zêliya girêdayê bi navçeya Kercewsa Êlihê ve hatiye dinyayê. Piştî qedandina dibistina seretayî ya li gundê xwe, ji bo xwendina medreseyê çûye gundê Ernasê û li cem Mele Zibeyr xwendiye, piştre li Batmanê, li Tilo, Mîreliya û Cibiltinê xwendina Medreseya Kurdî domandiye. Zêdetir li cem Mele Eliyê Serdêfî xwendiye.

Piştî peywira leşkeriyê, meletî li Xozberiya ku bi Dêrika Çiyayê Mazî ve girêdayî ye melatî kiriye û ji wirê jî çûye bajarê Edenê, li mizgevta Kargeha Sabancî ya bi navê Bossayê 16 sal melatî kiriye. Melayê Zêlî di sala 1994an de ji ber ku di we’zeka xwe de peyva “hevrîşim” bi kurdî gotiye, hatiye girtin û 12 sal seza jê re hatiye xwestin, lê demekurtek şûnde hatiye serbestkirin û bûye malşin.

Melayê Zêlî ji ber evîndariya welêt, zêdetir giraniya xwe daye ser nivîsandina helbestan. Îcar hevalên wî yên Komeleya Ehmedê Xanî ew teşwîq kirine û wek dîwan bide çapkirin. Piştre Zêlî helbestên xwe hinartine Swêdê û Zeynelkabidin Zinarî ew ji bo çapê amade kirine, li ser navê weşanxaneya xwe ve jî daye çapkirin.

Ev dîwana 327 rûpelî, bi mezinatiya 14 x 21 cm ye, bi kaxezê 70/g û bi bergekî rengîn hatiye çapkirin.

Bi hêviya ku ev Dîwan sûdekê bigehîne vêjeya Kurdî û refên Pirtûkxaneya

Kurdistanê jî pê boş û geş bibin.

 

PENCÎNAR

Weşanxaneya Çanda Kurdî

(Kurdiska Kulturförlag)

Bromma/Stockholm-SVERIGE

Tel: + 46 (0)70 767 55 16

Malper: www.pencinar.se

E-mail: [email protected]

Çapxane: Pencînar

© PENCÎNAR

Dîwana Zêlî 2018, Stockholm

ISBN 978 91 87787 15 7

Back to top button