Vîdeo

Divê hemwelatî ji vê sîstema kevin rizagar bibin

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got, ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze sîstemeke pêşkeftî li kargêrî û rêveberiyan bikar bîne da ku hemwelatî bêzar û mandû nebin, rûtînî nemîne û karên wan jî bi hêsanî werin cîbicîkirin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema merasîma wergirtina “Bawernameya ISO ya Wezareta Navxweyî” de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ku hikûmet dixwaze li rêveberiyên xwe sîstemeke pêşkeftî bide rûniştandin.Nêçîrvan Barzanî got: “Em hewl didin ji bo hemû sazî û dezgehan teknolojiya elektronîkî ya pêşkeftî dabîn bikin. Divê astengiyên li pêşiya karên hemwelatiyan li dermangehên hikûmetê werin rakirin. Divê hemwelatî ji vê sîstema kevin û rûtîn rizagar bibin.”Nêçîrvan Barzanî amaje bi giringiya çaksaziyan di hemû wezaret û dezgehên hikûmetê de kir û got, ku ew piştgirî dide hemû çaksaziyên ku zêdetir xizmetê digihînin hemwelatiyan.Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ji bo bihêzkirina sîstema kargêrî ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi biryarên parlamentoyê jî heye û herwiha divê sûdê ji yasayan jî werbigrin.Serokwezîr destnîşan kir, ku karên wezaretan karên tîman in û eger weke tîmekî kar bikin dikarin serkeftî bin û ji bo vê yekê jî mînaka tîmeke futbolê da.https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/1864097800352681/

Back to top button