DosyaHevpeyvîn

Divê HDP ji bin bandora PKK KCK Qendîl û İmraliyê derkeve

Abit Gurses di hevpeyvîna xwe ya bi Rojevakurd re encamên hilbijartinên serokomarî û parlamnetoya Tirkiyeyê dinirxîne û behsa bandora encama hilbijartian li ser Tirkiyeyê û pirsa kurd û ka gelo dê HDP bikaribe rolekî di çareseriya pirsa kurd de bilîze dike û dibêje: Ji bo ku HDP bikaribe di çareseriya pirsa kurd da rolekî bileyize, divê beriya her tiştî xwe bi xwe biguherîne. Bibe nûnerê milletê kurd. Lê HDP bi înad û israr dibêje ‘’em partiyekî Tirkiyeyî ne’’. Divê nêrîna dewletê ji bo  çareserkirina pirsa kurd pêk bê. Hetta niha dewlet ji bo çareseriya pirsa kurd nebûye xwedî helwestek, siyasetek. Tiştên ku hetta niha hatiye kirin, demagojî ye, xapandin e, mijûlkirin e. Ya dî, divê HDP ji bin bandora PKK, KCK, Qendîl û İmraliyê derkeve. Timamiya hevpeyvînê li jêr e: Rojevakurd: Encamên hilbijartinên serkomarî û parlamenroya Tirkiyeyê hatin ragehandin, hûn encamên hilbijartinê çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?Abit Gurses: Encam, ji bo Kurdan ne baş e! Encamên hilbijartinan ji bo kurdan ne bi tenê nebaş e, hezîmet e. Ji ber ku piraniya dengderên kurd hîn jî dengê xwe didin partiyên tirka. Ji ber ku beşekî mezin ê milletê me xwe tirk dibîne, xwe tirk hîs dike, wek tirkekî difikire, wek tirkekî tev digere û siyasetê dike.Gellek mixabin hetta niha partiyên Kurd û Kurdistanî nikarin bi navê xwe beşdariya hilbijartinan bibin, dengê milletê xwe bistînin.Tiştê ku ji partiyên kurdan tê xwestin ev e, ku bikaribin bi navê Kurdan bibin aliyekî, terefekî, blokekî da ku potansiyela kurdan organîze bikin, di zemînên meşru, legal, qanûnî da pirsa kurd û Kurdistanê bixin rojeva siyasî ya Tirkiyeyê, dewleta tirk neçar bikin da ku hebûn û mafê milletê Kurd qebûl bike. Her wûha dinya alem jî bizanibe ku partiyên kurda nûnerê meşrû yê kurdan in. Milletê kurd jî bizanibe ku nûnerekî wan, xwediyekî wan heye, bi dil û can dengê xwe, raya xwe bidinê. Hezar mixabin hetta niha partiyên kurda alternatîveke wûha pêk neanî ne!Dimîne çi?Dimîne ew partiya ku li ser mîrasa, HEP, DEP, HADEP, BDP, DTP rûniştiye û îro xwe partiya Tirkiyeyî bi nav dike, li dor 6 milyon ray digre, HDP û partiyên dî.Her kes dizane çend problemên mezin yên HDP’yê hene. Yek jê, mudaxele dewletê bi xwe ye. Mudexale PKK yan KCK’yê. Mudaxale kadroyên Qendilê. Xetta pûç û vala ya Tirkiyeyîbûnê (ku ji alîyê milletê tirk, dewleta tirk û partiyên tirka va nayê qabûl kirin), dûr ketina wan realiteya kurd û Kurdistanê, li aliyê ideolojîk tevlihev kirina hîşmendiya kurd û Kurdistanî ye…Digel hemû van kêm û kûriyan, ê ku seranserê Tirkiyeyê da dikare bikevê hilbijartinan, netîceyek hêja digre HDP ye. Ji ber vê yekê 5 partiyên Kurdistanî bi HDP’re dest bi hevdîtinan kirin da ku bikaribin tifaqekî hilbijartinê pêk bînin, mixabin ev têkilî, danûstandin encam neda. Di gel vê jî Azadi, PAK, PDK, PSK hilbijartina serokkomariyê da piştgiriya Selahaddin Demirtaş kirin. KDP-T jî piştgiriya Erdoğan kir.HDP dîsa hemmaltiya çepên marjînal kir. Profîlên welatperwer û Kurdistanî di rêvebiriya partiyê da, di nav lîsta parlamenteran de hema hema tunne bû. Di gel vê jî bi raya kurdan benda ji sedî 10 derbas kirin.Çend xalên giring yên encama vê hilbijartinê hene ew jî;HDP li seranserê bajarên Kurdistanê da li gor hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015 di navbera 5-6 prosent, hetta 13-14 prosenta kêm deng wergirt. Bi raya min sedema vê yekê jî, siyaseta xendekan û zexta siyaseta dewletê ye.Her wûha HDP li gor encamên hilbijartinên berê di bajarên mezin wek İstanbul, İzmir, Adana, Mersinê da 2-3 prosent zêde deng anî. Dengên bajarên mezin neba HDP benda 10 prosent derbas nedikir.Encama herî girîng ji bo Kurda divê ev be; Çava di gel hemû siyaseta xwe yê dij bi kurd Erdogan û partiya wî seranserê bajarên Kurdistanê da herî zêde deng tîne? Xala sereke, esasî ev e. Divê partiyên kurd û Kurdistanî li ser vê yekê bisekinin, çareyan peyda bikin.Çima partiyên kurd û Kurdistanî nikarin têkevin hilbijartinan? Çima partiyên tirka li Kurdistanê partiyên herî mezin in?Her wuha hemû bajarên Kurdistanê da dengên MHP zêdetir bû. Dîyar e, asker, polis û memûrên dewletê dengê xwe dane MHP û rêjeyê wan jî li bajarên Kurdistanê da zêde bûye.Emrê PDK’ê 50 sal zêdetir e, nikare beşdarê hilbijartinan bibe.Xeynê HDP hemû partiyên kurd û Kurdistanî tev da li Kurdistana Bakûr qasê MHP deng (ray) nastînin!Ew partiyên ku rojê 5 dana rexne li HDP’yê digrin nikarin xwe nêzîkê hev bikin tev da alternatîfek maqul pêkbînin.Ez naxwazim zêde dirêj bikim lê seranserê Bakûr û li Tirkiyeyê da rewşa hêzên kurd û Kurdistanî ne baş e. Divê hêzên kurd û Kurdistanî encamên vê hilbijartinê dersan derxînin, xwe baştir amade bikin.Rojevakurd: Encama hilbijartinê çi bandorê li ser pirsa kurd bike dê rê li pêş pêvajoyek nû vekeAbit Gurses: Encamên vê hilbijartinê bawer nakim bandorekî mezin li ser siyaseta anti-kurd ya dewletê bike. Ev çand sal in, sîyaseta Serokkomar Erdogan di bin navê anti-PKK’ê li ser dijatiya kurdan dimeşe. Ji bo ku encama vê hilbijartinê derî ji çareseseriya pirsa kurd û Kurdistanê ra veke tu îşaret, emare xwûya nakin.Belkî partiyên kurd û Kurdistanî dersekî werbigrin, xwe baştir amade bikin. Ji xwe bipirsin gelo em çima nikarin di hilbijartinekî da bi hev û du ra karekî, xebatekî muşterek bikin? Em çava dikarin tev da bibin aliyê Kurdî, bloka Kurdî?Rojevakurd: Gelo li gor we HDP dê bikaribe ji bo çareseriya pirsa kurd rolekî bilîze?Abit Gurses: Mixabin HDP li ser hesabê dengderên kurd bi avakî hişk xetta Tirkiyeyîbûnê diparêze. Lê belê ne partiyên tirka, ne dewlet, ne jî milletê tirk baweriya xwe bi Tirkiyeyîbûna wan nayînin. Herwûha ev Tirkiyeyîbûna bê wate (mana) li nav welatperwerên fedakar ku li dora HDPyê da ne nayê parastin, ji vê yekê aciz in, lê nikarin tiştekî jî bikin.  Mirov, dema ew profilên ku ji çepê tirkan tînin li ser listeyên bajarên Kurdistanê dixin parlamentoyê da dibîne, aciziya teşkîlat û kadroyên kurd yên HDP’yê baş fam dike. Ez hêvîdar im ku rojek rojan HDP bikaribe dev ji vê xetta pûç û vala berde, ji bin emrê kadroyên illegal derkeve, vegere ser xettekî niştimanperwer û demokrat, bibe partiyeke wûsa ku bikaribe bi rastî bibe nûnerê milletê kurd li Bakûr û li Tirkiyeyê…Derd û kulê Erdoğan, AKP, MHP ew bû ku HDP’yê li bin benda sedî 10an de bihêlin, parlamenterên ku HDP derbixista ji xwe ra bibin. Eger HDP ji sedî deh derbas nekiriba AKP 60 – 70 parlamenter zêde derdixist û bi tenê serê xwe piraniya parlamentoyê pêk dianî.Min bi xwe di gel hemû rexne û aciziya xwe, qe nebe ji bo sekinandina siyaseta anti-kurd ya Erdoğan (li Bakûr, li Efrînê, li Kurdistana Suriye û li dijî Referanduma Sexwebûna Başûr) xwest HDP benda 10 ji sedî derbas bike. Ez bawerim gellek Kurd bi vê niyetê dengê xwe dane HDP’yê.Ji bo ku HDP bikaribe di çareseriya pirsa kurd da rolekî bileyize, divê beriya her tiştî xwe bi xwe biguherîne. Bibe nûnerê milletê kurd. Lê HDP bi înad û israr dibêje ‘’em partiyekî Tirkiyeyî ne’’.Divê nêrîna dewletê ji bo  çareserkirina pirsa kurd pêk bê. Hetta niha dewlet ji bo çareseriya pirsa kurd nebûye xwedî helwestek, siyasetek. Tiştên ku hetta niha hatiye kirin, demagojî ye, xapandin e, mijûlkirin e…Ya dî, divê HDP ji bin bandora PKK, KCK, Qendîl û İmraliyê derkeve.Gelo HDP bi vê halê xwe dikare van tiştan pêk bîne? Xwezî, lê ez bi xwe bawer nakim.Ji ber vê yekê divê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd hêvîya xwe bi HDP’yê ve girê nedin. Kurdên welatperwer, demokrat divê alternatîfeke siyasî pêk bînin û her wuha bi HDP’yê ra, hêzên demokratîk ra jî danûsatandin û têkiliya xwe qut nekin.

Back to top button