Nivîsar

Demana hevkariyek Kurdistanî

Li Bakur demana hevkariyek li ser xeta netewî çîye?Li Bakurê Kurdistanê pirsa yekitiyê di nava mala kurd de pirsa herî girîng e. Taybetî di vê pêvajoya Tevgera Azadixwaza Kurd têre derbas dibe, ev pirs behtir dibe xwedî giringiyek taybet. Li Bakur di pêşiya me de hilbijartinên parlementoya Tirkiye, serokkomariya Tirkiye û hilbijartinên meclisên bajara û bajarvaniya heye.Ev qonaxa ku li pêşîya me jî kurda bi awayekî mecburê yekitiyekî yan jî hinek platformên hevbeş dike. Gelek cara cureyê yekitiyê di nava tevgera kurd de hatiye gotubêj kirin , lê heta niha sedema ku bingehîn bûyî asteng ji yekitiyekî re ne duristbûna hinek aliyên siyasî di derbarê yekitiya navmala kurd de ye. Herweha hinek alî ji bo berjewendiyên demikî û gurubî berê xwe didin yekitiya. Lê mixabin ji ber ku ew alî nayên rexnekirin her cara ji wan re pêwistbe behsa yekitiyê dikin.Eger yek prensîb bi israr di hevkarîyên di nava aliyên siyasî de bête rojevê û wek bingeh bête qebûl kirin, avakirina hevkariya jî hesanîtir dibe. Ev prensîb ewe ku, her demî berjewendiyên netewî li ser berjewendiyên rêxistinî û kesayetîre bêne girtin. Dê hingê her awayî pêkanîna hevkariye hesanîtir be.Heyetek ya HDPê serdana Kurdistana Başûr kir. Di vê serdanê de behsa yekitiya di nava mala kurd de hate kirin. Berpirs û parlementerên vê partiyê, dan xûyakirin ku ew ji bo yekitiyekî di nava aliyên kurdan de dereng mane.Taybetî daxûyaniya parlementerê HDPê Osman Baydemir di vê derbarê de balkêş bû. Baydemir dibêje: Ji bo kurd bikaribin statûkoyekî destbêxin dive di nava xwe de tifaqekî pêkbînin. Dema Baydemir vê dibêje behsa sedemê ku heta niha di nava kurdan de li hevhatinek nebûye nake û herweha nabêje dê statûkoya kurda çibe. Eger kurd bibin xwedî statû dive nave vê statûyê kifşbe, dê kurd weke dewletek serbixwe yan jî federal bibin xwedî staû yan wek ragihandina xweseriye kî bibin xwedê statû.  Eger kurd hevkariyekî pêk bînin dive li ser hinek esasan ev hevkarî bête avakirin. Ji bo vê jî dive vekirî bê gotin ku esasê vê hevkariyê dê çibin.Rojnemevanek ji Baydemir dipirse: HDP di hilbijartinên 2019ê de li gel CHP û HUDAPARê hevkariye bike yan na?Baydemir: Divê pêşiyê partiyên kurda di nava xwe de tifaqekî ava bikin.Partiyên kurda heta kesayetên kurd dive hevkariyekî pêkbînin. Ev ewlehiya me ye. Em gava yekem de vê dixwazin.Divê em vê pêkbînin.Eger em bikaribin vê bikin, hinge dê wateyek ya hevkariyekî li gel hêzên demokratik li Rojavayê Tirkiye hebê.Eger em berê di nava hêzên kurdan de tifaqekê ava nekin, tifaqa li gel hêzên demokratikên Rojavayê Tirkiye deriyan li me venake.Gotinên Baydemir bi naveroka HDPê re nakoke. Ji xwe HDPê li gel hinek aliyên çepên Tirka havkariyek kiriye . Di rastiya xwe de pirsgirêka HDPê ewe ku, HDP xwe wek partiyek kurd û Kurdistanî nade nasandin. HDP dibêje ew partiyeke ya Tirkiyeye û ya gelan e. Wek din HDPê koalisyoneke ya çêpên Tirk û kurde. Gelo eger mirov behsa hevkariyek kurd û Kurdistanî bike dê HDP çewe bê nirxandin? Wek partiyek ya Tirkiye ? ku ew bi xwe dibêjin. Yan wek partiyek ya Kurdistanê ? ku ew vê yekê qebûl nakin. Dema di hevkariyekî de mirov behsa prensibên netewî bike û divê bi awayekî bersiva van pirsan jî hebê.Tişta ku Buldan û Baydemir di derbarê hevkariyekî di nava aliyên kurdan de dibêjin rastin .Lê tu bihayê rastiya gotina wan tuneye. Gelo heta çi radeyê ew di van gotinên xwe de duristin û xwedî biryarin? Gelo xwedî îradene ku li gora van gotinên xwe di nava tevgera azadixwaz a Kurdistanê de tevbigerin?Gelo çi deman heye ku wek hevkariya ji berî niha ji bo hilbijartinên parlementoya Tirkiye hatî kirin, çend kursiya bidin hinek aliyên din û her wek xwe bikin û vê yekê wek hevkariyek kurdî bidin nasandin?Ji aliyek din ji derê HDPê di nava aliyên din yên Kurdistanî de , çikas rêxistin û kesayet hene ku, prensibên netewî li ser berjewendiyên xwe yên rêxistinî û kesayetî re bigrin û neyên vê leyiztika HDPê û di çerçova ku HDPê ji wanre bide kifşkirin de siyasetê nekin?Belkî ev tuzekî gotinek giranbe. Lê ne ithameke, bûyereke ji berî niha hatiye kirin. Ji bo vê jî gerek dirustî ev pirs bêne kirin û li gora vê jî hinek tişt zelalbin.Dema mirov behsa yekitiyekî di nava hêzên Kurdistanî de bike, divê mirov dirustbe. Nabe di vê derbarê de bileyze û tiştek mukades bike zemînê hinek berjewendiyên rêxistinî û kesayetî.Hêvî ewe ku aliyên ku bikaribin li ser xete netewî li hev bikin û berjewendiyên netewî bingeh bigrin, hevkariyekî pêkbînin. Hevkariyek Kurd û Kurdistanî ji bo kurda pêwiste. Ev îrade di nava kurdan de heye. Lê divê hêzên siyasî pêşengiya vê bikin û di vê derbarê de kar û xebatekî bikin.15.4.2018Dara Bilek  

Back to top button