Civak

Daxuyaniyek ji ofîsa Serok Barzanî

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de radigehîne ku taziya xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî dê li hola miasibetan li havîngeha Selahedînê be.Li gor daxuyaniya ofîsa Serok Barzanî, tazî roja sêşemê 03.04.2018ê dest pê dike û dê sê rojan berdewam be. Ev li jêr teksta daxuyaniyê:Daxuyaniyek ji ofîsa Serok Mesûd BarzanîBi navê Xwedayê bexişinde û mîhrebanPiştî wefatkirina xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî li roja duşemê 02.04.2018ê, em cemawerê xweşyviyê Kurdistanê û tevaya aliyan agadar dikin ku taziya xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî dê li roja sêşemê 03.04.2018ê dest pê bike û dê sê rojan berdewam be li hola minasibetan li havîngeha Selahedînê di van deman de:Sipêdehiyan saet: 09:00-12:00Êvaran saet: 14:00-17:00 Ofîsa Serok Barzanî02.04.2018

Back to top button